Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rizgarî, n°13


Nivîskar :
Weşan : Compte d'auteur Tarîx & Cîh : 1988,
Pêşgotin : Rûpel : 42
Wergêr : ISBN :
Ziman : Kurdî, TirkîEbad : 201x135 mm
Hejmara FIKP : Liv. Tur. Kur. Riz. N°13 (Rev. 12)Mijar : Siyaset

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Rizgarî, n°13

Versions

Rizgarî, n°13

Rizgarî

Compt d'auteur


Gava çêla (qala) "demokrat" bûne dibû;mirovên navserî, burokrat, doktor, berwedar û mamosteyên ku her tiştî normal didîtin, hesûdî ji jina xwe nedikirin, azadiya cinsi diparastin dihate bira mirov. Roj hat, hate femkirin ku naveroka ideolojik û felsefî ya demokratbûne ji heye... Edî ew kesên ku xwe wek demokrat nîşan didan; xwuyakir ku ew ne "lîberal” bûn jî. Mirow karibû ji wan re bêjî "demokratên burjuwa"...

(...)
Bi geşbûna tekoşînê ve hin rastî derketin hole. Hate tegihiştin ku di tekoşîna sosyalist de "demokrat" bûn jî heye! Rol alîkarî û naverokên demokratan di tekoşînên dinê de hate fem kirin. Ew ronakbîrên ...



LI SER DEMOKRATBÛN Û OPORTUNIZMÊ
SERENIVÎS


Gava çêla (qala) "demokrat" bûne dibû;mirovên navserî, burokrat, doktor, berwedar û mamosteyên ku her tiştî normal didîtin, hesûdî ji jina xwe nedikirin, azadiya cinsi diparastin dihate bira mirov. Roj hat, hate femkirin ku naveroka ideolojik û felsefî ya demokratbûne ji heye... Edî ew kesên ku xwe wek demokrat nîşan didan; xwuyakir ku ew ne "lîberal” bûn jî. Mirow karibû ji wan re bêjî "demokratên burjuwa"...

(...)
Bi geşbûna tekoşînê ve hin rastî derketin hole. Hate tegihiştin ku di tekoşîna sosyalist de "demokrat" bûn jî heye! Rol alîkarî û naverokên demokratan di tekoşînên dinê de hate fem kirin. Ew ronakbîrên kemalîst û duvikê wan "komunîst" ku "îtxal" kirina tezên têkoşînên welatên din ji xwe re kiribûn erk, piştê salan bi tiştên xweyî ku dizîbûn destbidest hatin girtin. Ew vê yekê qebûl jî nekin dîsan dizên har in. Derewkar in. Burjuvazi jî bi awakî giran "dizîtî" dide ceza kirin (bitim kirin)...
Hebûna vî tiştî xisara xwe ji berê de heye. Tişten ku hatine guhertin gelek hindik in.

Wê mafê çarenûsên netewan jî "bihata" rojevê, lê belê diva bû me ev yeka han "bê veciniqandin" çebikira!
Bi vî awayî em hatin ku dere. Tu nabê qey ewên ku ne dixwestin "veciniqin" "sosyalist" bi xwe bûn. Der dora me hemû ref bi ser navê "îdeolojiya çîna karker" bi "demokratên burjuva" ronakbîrên Tirk yên neteweperest û kemalîstan ve tijî bûbû. Mirov vê yeka han niha hesantir dibîne. Ewana modelên "miswedde"yên bûrjûvaziyê xwe ne. Li her merhalên dîrokê de, her carekê kirasê xwe guhertin û derketin pêşiya me. Bun dîwareke ase. Hîn jî wisa disekinin. Niha jî dîsa bi îzn û îcazeta burjuvaziya xwe "têdikoşin" û bûne dengê wan. Ji bo burjuwaziya xwe erka diplomasiyê pêk tînin. Ji me re jî dibejin; "ma birê min êdî hûn çi dixwazin, binêrin hebûna Kurdan jî qebûl dikin." Bi mantiqa bihêlin derbas bin ve; bi hemû hêzên xwe ji bo parastin, rastkirin û piştgirtina dewleta Tirk di-xebitin.

Evana, ev "demokratên" han, îro jî li bin maskeya sosyalizm, sosyal-demokratî dikin. Armancan (hedefan) tarî dikin. Heta ji wê jî pașdetir in. Programên wan vekirî û zelal in. Herçend jî di macerayên xwe ya di 25 salên dawî de "gelek serokên xelk" jî afirandin, ne wan xebatek sosyalist kirin, ne jî bûn "serokê xelkê". Evana tenê çîrokên bi derewan bûn.Ev tiştên ku niha têne kirin ev program û xebaten ku nûve didin pîyasê (holê); oportunîzmekî temam e.

Evana rehetiya xwe rûniştina li meyxanê, jiyana malbatî di ser tekoşînê re digirin û hemû cûreyên (awayên) tekoşînê wan aciz dike.

Evana êdî bi teşqelê,li Ewrupa "xwedî li demokrasî"yê derdikevin û bûne rûçikên nasyar yên komelên (cemiyetên) dostayetî, ku dev ji wan nayê berdan. Qet tirsa wan jê nîne, ku rojekê wê hesabê van tiştan bê dîtin.

Serê xwe bizivirînin, li mejûyê binêrin: Hûn ê bibînin ku li Tirkiyê tevgera sosyalist her tim di bin tesîra "demokratan" de, li nav çerçewa (sînor) ku bûrjûvazî tesbît kiriye maye. Ew her tim bûne lastîkên cîgir. Ji ber ku "demokrat" her tim bûne "misweddeyên" bûrjûvazî. Ev mirov dikarin bikevin nav her qa1 i bek î ü rengekî.Ji bo wan nesedem gereke.ne jî biha (nî-rx).Her tim karin bi hêsanîbûn bêjin em "demokrat"in. Evana di rewşa giran a salên 1960 î de li gor wê "destûra esasî (zagona bingehîn) ya meşhû-marûf û peşverû" ji xwe bawerkirina çêkirina "sosyalizmê" ve heya raddeyekê bûn aqilmendê dewletê; -bi raddekî ya Istîxbaretê jî- bi salan giftugoya ...




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar