La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 54-55 (141)


Auteurs : | | | | | |
Éditeur : Neşireta M.K.F.(b) Filistanê Date & Lieu : 1933, Rewan
Préface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 400x650 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kîr. Rya. N° 54-55 (141)Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rya Teze, N° 54-55 (141)

Versions

Rya Teze, N° 54-55 (141)

S. Kîrakosyan

Neşîrata M.K.F.K.(b) Filistanê

Tmemam bû sêzde sal, çaxê pale û gundîyê usyançî Filistanê hincirandin nîrê xûnî firqa daşnaka bûrjûazîayê filla, dewsa wê danîn dîktatûra prolêtarîat, hukmeta Şêwrê, Bêşike, wekî înglaba çirya paşin pêşda hat ji Înglaba Oktyabra mezin, wekî ew kara înglaba Oktyabrê ye. Inglaba sevatê ya Urisêtê, gele mexluqet û milleta, ya ku li welatê padşetia berê fire û mezinda dijîn, aza nekir ji destê burjûazîayê, burjûazîayê liberal hukmet hilda destê xwe û tu xevatek nekir bona sivik û hêsa krina halwextê pala û gundîyê xevatçî. Tenê dîktatûra prolêtarîat, tenê înglab azayîke temam û rast da milleta.
Firqa daşnaka, firqa şerdar bûrjûazîyê fila-wexta hukmat bûyîna xwe qrarê koşarîyê efrand bona xevatçîyê Filistanê. Rya kivş ya seyasetya wî bû, -xrav kirin, şerê tevmilletî, talan, xûna xevatçîya didan ...



BIRA EMR BIKE 13 SLYA ÎNGLABA ÇIRYA PAŞIN,

YEK JI ÎNGLABA OKTYABRÊ MEZIN PÊŞDA HATÎYE

Em diha bilind bigrin beyraqa sîyasetya Leenîn ya milletîyê

13 salya egîtîray

Tmemam bû sêzde sal, çaxê pale û gundîyê usyançî Filistanê hincirandin nîrê xûnî firqa daşnaka bûrjûazîayê filla, dewsa wê danîn dîktatûra prolêtarîat, hukmeta Şêwrê, Bêşike, wekî înglaba çirya paşin pêşda hat ji Înglaba Oktyabra mezin, wekî ew kara înglaba Oktyabrê ye.
Inglaba sevatê ya Urisêtê, gele mexluqet û milleta, ya ku li welatê padşetia berê fire û mezinda dijîn, aza nekir ji destê burjûazîayê, burjûazîayê liberal hukmet hilda destê xwe û tu xevatek nekir bona sivik û hêsa krina halwextê pala û gundîyê xevatçî. Tenê dîktatûra prolêtarîat, tenê înglab azayîke temam û rast da milleta.

Firqa daşnaka, firqa şerdar bûrjûazîyê fila-wexta hukmat bûyîna xwe qrarê koşarîyê efrand bona xevatçîyê Filistanê. Rya kivş ya seyasetya wî bû, -xrav kirin, şerê tevmilletî, talan, xûna xevatçîya didan rêtinê, xelayî û bi her alyava xiravkirin. Tu rêk tunebû, wekîji wî halî derketana, wextê ku hukumdartya maûzêrisfa her derada bela bûbû. Rêkek tenê hebû, wekî welat ji wî halî derket, ew rê û gûman welgerandina hukmeta daşnaka û dewsê mahkemkrina sîstêma şewrê bû. Daşnaka usyanê meha gulanê... wanatirê, wekî bi wê fekê ewana pêsîra xue ji usyana aza kirin.

Lê bere bere xelayî û şer halekî gelek xirav hazir kirin seva xevatçîya.

Û wa pala û xevatçîyê Filistanê dîsa bilinddikin, beyraqa usyanê û bi komekdartya Ordiya Sor, pale û massayê gundî inglabdar bçarekêva û bi kutasî nîrê xûnî hukmetbûna daşnaka weldigerînin û 29-ê çiryê paşinda Filistanêda elam dikin hukmeta şêwrê.
Wexta hukmeta daşnaka tu xeberdan nikaribû bibîya derheq ixtîyara milletê çûkda. Siyasetya riknî ya daşnaka ew bû, wekî bi destî şera, dew û doza milletê çûk bida qir kirinê. Siyasetîke usa, ya ku tarîqada tunnebîye, kara wê ewbû, wekî ji Şêwrbûna Filistanê şûnda ma welateke xravbûî, welateke xelayê û birçîbûnê, taqbûrê gaqtekana û êtîma. Hukmeta şêwrê dest pê kir xelat ji wî halî derxe, tevgrêdaneke bratîyê hazir ke orta milletê hûndurda, usa jî orta miletê cînar.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues