La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Buwariya hestên lerizî


Auteur :
Éditeur : Avagon Date & Lieu : 2005, İstanbul
Préface : Pages : 84
Traduction : ISBN : 9077140034
Langue : KurdeFormat : 115x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Bih. Buw. N° 565Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Buwariya hestên lerizî

Buwariya hestên lerizî

Bêrî Bihar

Avagon

"Şihîra kurdî di warê modernbûnê de, ez bawer im, gelekî qels e. Herçî dengên nû yên keç û jinan in, di wî warî de, şihîra nû hîn qelstir e. Jiber vê yekê ez bi dengê nû yê Bêrî Biharê kêfxweş bûm. Dengê wê bi rastî jî modern e; ew şihîra hest, coş û xemgîniyên keç û jinan dinivîse. Cîhana jinan, zarokan, pêwendiyên dê û zarokên wan, evîn, evîndarî, mijarên şihîra wê ne. Herweha jiyana rojane yajin û zarokan ku em pirî caran, ji ber aloziyên siyasî, civakî û çandî, ji bîr dikin."
.....
"Bêrî Bihar di helbestên xwe de wêneyên gelek balkêş û rengîn diafirîne û şanî me dide; me bi xwe re dibe cîhana nîgaş û xeyalan, hin caran me dibe binê deryayên kûr, kişwerên hût û masiyan û hin caran me dibe lûtkeya çiyayên bilind, zozanên asê, warê hêlînên şahînan û fêza pezkoviyan, û me dîsa dadixe hafa gelî û newalên kûr, ber kunên maran û nêziya lanên cînewerên hov. Em bi Bêriyê re, di vê gera xwe de her dem di nava liv û tevgerê de ne, em her dem dîmenên nû dibînin û dibin xwedî serboriyên nû; mîna gera li çar kenarên welatê me, gera li nav sirûşta bedew, deşt û zozan, dehl û çiya, zevî û beyar, lat û zinar, çem û robar, gund û bajaran..."



NIHA TU, TU YÎ

Mehmed Uzun

Di van demên dawîn de, tevî her celeb aloziyê, pêşketinek heye ku ez pê gelekî kêfxweş dibim; hejmara dengên nû yên edebiyata modern a kurdî roj bi roj zêde-tir dibin.

Vê havînê, gava ez li Tirkiyê bûm, min weşanxana Sî û kitabxaneyên mîna Medya ku kitabên kurdî difroşin, ziyaret kirin. Hingê min dît ku hejmara nivîskar û şahîrên me yên nû zêdetir bûne.

Tevî ku ew nav û kitabên nû ku li ser refan in, stûxwar in, zêde kes wan nabîne, naxwîne û behs nake, ew êdî hene. Hebûna wan ji her tiştî girîngtir e. Hebûn, gava yekemîn a nemiriyê ye. Sibehê rewş ê biguhere û ew nav û kitabên ku îro stûxwar in, ê di tevgera edebî de cîhê xwe yê birûmet werbigirin.

Bêrî Bihar, yek ji van navên nû yên edebiyata modem a kurdî ye. Ew şahîr e. Kitaba wê ya yekemîn a şihîran Qeşem, berî niha bi du salan derketiye û ew niha dîwaneke nû diweşîne. Min hem Qeşem xwend hem jî dîwana wê ya nû Buwariya Hestên D(l)erizî.

Şihîra kurdî di warê modembûnê de, ez bawer im, gelekî qels e. Herçî dengên nû yên keç û jinan in, di wî warî de, şihîra nû hîn qelstir e. Jiber vê yekê ez bi dengê nû yê Bêrî Biharê kêfxweş bûm. Dengê wê bi rastî jî modern e; ew şihîra hest, coş û xemgîniyên keç û jinan dinivîse. Cîhana jinan, zarokan, pêwendiyên dê û zarokên wan, evîn, evîndarî, mijarên şihîra wê ne. Herweha jiyana rojane ya jin û zarokan ku em pirî caran, jiber aloziyên siyasî, civakî û çandî, ji bîr dikin.

Bêrî Bihar di şihîreke xwe de weha dibêje;
Tu ne xerîbê xwe yî
Niha tu, tu yî

Ew vê yeka hanê mîna jinekê, mîna dêyekê dibêje. Û bi vî şêweyê hesteke nû, dengekî nû li şihîra modem a Kurdî zêde dike.

Bêguman, Bêrî Bihar di destpêka jiyana xwe ya şahîriyê de ye. Riyeke dirêj li ber wê ye; riyeke nehêsan. Lê belê ez hêvîdar im ku ew bikaribe berdewam be û berhemên nû ku hîn bêtir kemilî ne û dewlementir in, yadîgarî me bike.

Edebiyata kurdî ya modem gelekî hewcedarî dengên nû yên xas e.
Ez bawer im, ev rêzên jêrîn nîşan dide ku eger Bêrî Bihar dewam bike, em ê bibin xwediyê dengekî nû yê modern;

Tenê lingên min dizanin ku,
Heya niha, çend gav, çend pêpêlok,
Çend dûvreşopîn kêm bûne
Ji derenca jiyana min...

Helbestên Bêrî Bihar

Mustefa Reşîd


Bêrî Bihar kî ye? Bêrî Bihar jineke ciwan e, jineke Kurd e, ji nîveka welatê me ye; ji herêmeke wisa ye, ku zimanê me bi awayekî gelek avêne û zelal, mîna şîp û sîlavên welatê me, tête axaftin. Helbestvana me ji herêma Batmanê ye. Çiqas li vê herêmê zimanê me bi bedewî û reseniya xwe hatibe parastin, wisa jî dab û nerît, xwerisk û sincî, ûrf û adetên me yên kurdewarî jî hatine parastin. Lê belê di vê cîhana me de, ku her tişt pir bi lez tête guhertin, hinek ji van dab û nerîtên me bi rastiya jiyana nûjen ya sedsala bîst û yekan re naguncin.
Bêriya me, helbestvana me ya çeleng, ku ji kaniya kurdewarî û niştimanperweriyê têr vexwariye, di helbestên xwe de ayîne û neynika vê jiyana me ye. Ew ji hêlekê ve gazî û hawara gelê me ji bona standina mafên xwe yên rewa û dademend û pêkanîna jiyaneke nûjen û aştiyane bi tundî tîne ziman û derdibire, û ji hêla din ve serî li ber dab û nerîtên kevnare hildide, ewên ku li ber pêkanîna jiyaneke nûjen dibin kelem û pêre li hev nakin. Wisa, Bêriya me hem bi gazin û hawar e û hem jî têkoşer û serhildêr e.

Bêrî Bihar di helbestên xwe de wêneyên gelek balkêş û rengîn diafirîne û şanî me dide; me bi xwe re dibe cîhana nîgaş û xeyalan, hin caran me dibe binê deryayên kûr, kişwerên hût û masiyan û hin caran me dibe lûtkeya çiyayên bilind, zozanên asê, warê hêlînên şahînan û fêza pezkoviyan, û me dîsa dadixe hafa gelî û newalên kûr, ber kunên maran û nêziya lanên cînewerên hov. Em bi Bêrîyê re, di vê gera xwe de her dem di nava liv û tevgerê de ne, em her dem dîmenên nû dibînin û dibin xwedî serboriyên nû; mîna gera li çar kenarên welatê me, gera li nav sirûş-ta bedew, deşt û zozan, dehl û çiya, zevî û beyar, lat û zinar, çem û robar, gund û bajarên welatê me. Em di vê gera xwe de her gav kesên nû nasdikin, hevaltî û dostaniyan bi wan re datînin; em fêkî û sewzeyên nû dibînin û cêja wan bi me xweş tê.

Ajda

Ajda yê,
Çavên xwe bigire, bigir!!
Heya nebêjim "sêv"!!!
Veneke.

Berde nava xwe wan hêsirên tûj,
Heman tiştan biavêje derve.
Heman xewnên xwe,

Dilê te kaniyeke evîniyan e
Li ber çikandinê ye,
dilop dike,
û dengê wan dilopan weke kabûsan
disîxin mêjiyê te.
Dibin dîmenên nas ji te re,
Mêjiyê te vedigere wê demê,
Ji rûniştinên çokên te di zikê te de,
Lingên te û meş ji hev û du veqetiyan,
Hev du jibîrkirin.
Dirêjî û ferehî mîtrokî,

.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues