La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 11 (623)

Auteurs : | | | | | |
Éditeur : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Date & Lieu : 1955, Êrêvan
Préface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 335x450 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Ese. Rya. N° 11 (623)Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rya Teze, N° 11 (623)

Versions

Rya Teze, N° 11 (623)

Mîroê Esed

Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

6-ê martê roja eydê û şaîê bû. Wê rojê rêspûblîka meda derbaz bûn bijartinê Sovêta Tewrebilind Respûblîka Sovêtîê Sosîalîstîê Ermenîê û Sovêtêd dêpûtatêd xevatkaracî.
Hemû dera bijartin derbaz bûn bi aktîvîa xevatkaraye seyasetîêye bilindva. Hela sehet şeş tunebû wekî temamîa cîderecêd bijartinada bijarvan berevbûbûn, dihat dengê kilam û sazbendîê. Her bijarvanekî dilezand, wekî çiqa dikare zû biqedîne borcê xweyî bajarvanîê, dengê xwe bide bona kara kandîdatêd bloka komûnîsta û nepartîavana.
Eşq û şaîke gelek mezinbû wan cîderecêd bijartinada, kîderê dêpûtatê Sovêta Tewrebilind Respûblîka Sovêtîê Sosîalîstîe Ermenîê dihatin bijartin serkarêd partîa Komûnîstîê û hukûmeta Sovêtîê Nîkîta Sergêêvîç Xrûşçêv, Vyaçêslav Mîxaîlovîç Molotov, Anastas Îvanovîç Mîkoyan, Gêorgî Maksîmîlîanovîç Malênkov.
Xevatkarêd rêspûblîka me, roja bijartinê, dîsa ...

YEKIÛNA QEWÎN

Xevatkarêd rêspûblîka me, roja bijartinê, dîsa dane eyankirinê qewîn berevbûna xwe dora partîa Komûnîstîê û hukumeta Sovêtîê.

Ewana dengê xwe dan boa kara kandîdatê bloka komûnîsta û nepartîavana, bona kara qîz û kurêd welatê me pêş êd ku bona çêkirina komûnîzmê welatê meda qewat û zanebûna xwe nahevşînin û hazirin virhadajî bi hurmetî qulixî cimaetê bikin. 

Bloka komûnîsta û nepartîavana çewa bijartinêd derbazbûîda usa jî van bijarinada  altindarîdest anîn. Ji elametîa komîsîa bijartinêye merkezîê ya bijartina Sovêta Tewrebilind RSS Ermenîê eyane, wekî 99,99 selefê bijarvana tevî dengdaînê bûne, 99,86 selefê bijarvana ku tevî bijartinê bûne dengê xwe dane bona kara kandîdatê dêpûtatîa Sovêta respûblîkaê Tewrebilind. Hemû okrûgêd bijartina Sovêta rêspûblîkaê Tewrebilindda depûtat hatine bijartinê kandîdatêd bloka komûnîsta û nepartîavana.

Bi dengdaîna xwe, bona kara kandîdatê bloka komûnîsta û nepartîavana, pale, kolxozvan û întêlîgêntê Ermenîstana Sovêtîe mîna merivêkî xweyîdikin seyasetîa partîa Komûnîstîê, ya ku meramê ...

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues