VersionsRya Teze, N° 9 (621) [Kurdî, Êrêvan, 1955] 
Rya Teze, N° 10 (622) [Kurdî, Êrêvan, 1955] 
Rya Teze, N° 11 (623) [Kurdî, Êrêvan, 1955] 
Rya Teze, N° 12 (624) [Kurdî, Êrêvan, 1955] 
Rya Teze, N° 13 (625) [Kurdî, Êrêvan, 1955] 
Rya Teze, N° 14 (626) [Kurdî, Êrêvan, 1955] 
Rya Teze, N° 15 (627) [Kurdî, Êrêvan, 1955] 
Rya Teze, N° 16 (628) [Kurdî, Êrêvan, 1955] 
Rya Teze, N° 17 (629) [Kurdî, Êrêvan, 1955] 
Rya Teze, N° 10 (622)
  Mîroê Esed
  Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê
  Îro rêspûblîka meda, usajî respûblikaê biratîê Adrbêcanê, Qazaxistanê, Karêlo-fînîê û Kîrgîzîaêda derbaz dibin bijartinêd Sovêtêd Tewrebilind RSS, Sovêtêd tewrebilind avtonom respûblîka û Sovêtêd cî. Îro temamîa bajar û gundêd respûblîka meda eşq û şaîye, eyda hemcimaetîêye. Her bijarvanek berbi cîdereca bijartinê dilezîne bona çiqas dikare zû dengê xwe bide , biqedîne îzna xweye seyasetîyê mezin. Hevtêk pêşda, 27-ê fêvralê fêdêratsîa Urisetêda, bi r^=espûblîkêd-Ukraînaê, Belorûsîaê, Uzbekstanê, Gurcistanê, Lîtvaê, Moldavîaê, Latvîaê, Tacîkstanê, Turkmenîaê û Estonîaê derbaz bûn ...   Hejmara îro da
  - Bona altindarya bloka komûnîsta û nepartîavana / 1 - Stalîn pêşdabirîê mezinî şuxulê Lenîne / 1 - Destanînêd respûblîka me / 2 - Jinêd sovêtîê / 2 - Neme ji Moskvaê / 2 - Elegez îro / 3 - Bi emrê kulturî / 3 - Welatêd dêmokratîa cimaetîêda / 4 - Bona kara firekirina tevgrêdanêd kulturî TRSS-ra / 4 - Nemêd ser navê “Rya teze” / 4
  BONA ALTİNDARYA BLOKA KOMÛNÎSTA Û NEPARTÎAVANA
  Îro rêspûblîka meda, usajî respûblikaê biratîê Adrbêcanê, Qazaxistanê, Karêlo-fînîê û Kîrgîzîaêda derbaz dibin bijartinêd Sovêtêd Tewrebilind RSS, Sovêtêd tewrebilind avtonom respûblîka û Sovêtêd cî.
  Îro temamîa bajar û gundêd respûblîka meda eşq û şaîye, eyda hemcimaetîêye. Her bijarvanek berbi cîdereca bijartinê dilezîne bona çiqas dikare zû dengê xwe bide , biqedîne îzna xweye seyasetîyê mezin.
  Hevtêk pêşda, 27-ê fêvralê fêdêratsîa Urisetêda, bi r^=espûblîkêd-Ukraînaê, Belorûsîaê, Uzbekstanê, Gurcistanê, Lîtvaê, Moldavîaê, Latvîaê, Tacîkstanê, Turkmenîaê û Estonîaê derbaz bûn bijartinêd Sovêtêd Tewrebilind wan respûblîka, Sovêtêd Tewrebilind avtonom rêspûblîka û Sovêtêd cî. Ew roja eynî bû eyda hemcimaetîê. Bijartina nîşan da sixberevbûna cimaeta sovêtîê dora partîa Komûnîstîê.
  Çewa temamîa bijartinêd derbazbûna, usajî van bijartinada komûnîst û nepartîavan pêşda tên nav blokeke yekbûîda, bloka cimaetîê qewînda. Kandîdatêd bloka cimaetîê kur û qîzê welatê me pêşin. Nava wandanîn wekîlêd teşkîletêd partîaê, sovêtîê, komsomolîê, proftifaqîê, xevatkarêd kulturaê, xevatkarêd dereca ronaê û saglemîê, wekîlêd Ordîa Sovêtîê, ewana ^ku bi xevata xweye berbiçav û nehêvşandîva laîqî hizkirin û aminîa cimaetê bûne, qulixî cimaetê dikin, nava emirda diqedînin qirarê partîa Komûnîstîê. 
  Partîa Komunîstîê û hukumeta Sovêtîe hemû mecala diefrînin bona qewînkirina xweykirin û bêxoftîa wetenê me, bona qewînkirina edlayê nava  temamîa dinîaêda.
  Îro bi milîona bijarvan dengê xwe didin kandîdatê bolka komûnîsta û nepartîavanaye cimaetîê û bi wê yekêva dîsa û dîsa begemya xwedidin ^^i xweydikin seyastîa partîa Komînîstîê.
  Partîa Komûnîstîê û hukumeta Sovêtîê, çewa hertim usajî niha birca hîmlî hesavdikin diha pêşda birina îndustra giran, ya ku hesav dive hîmê zêdekirin û pêşdabirina hemû çiqilêd malhebûna cimaetîê, kanîa diha halxweşkirina xevatkarêd welatê me.
  .....
  Mîroê Esed
  Rya Teze, n° 10
  Riya Teze
  Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Riya Teze, N° 10 (622) Led, 6 Martê sala 1955 Redaktor: Mîroê Esed
  Adrêsa rêdaksîaê: Êrêvan, soqaqa Alavêrdyan N° 46, têlêfon 2-07-78, Vf 08789
  Neşirxana N°2, serwerya sere, ya polîgraf-mesuldarîê û neşîreta ya Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê, Êrêvan, soqaqa Knûnyants N°8
  |