The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 18 (630)


Author :
Editor : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Date & Place : 1955, Êrêvan
Preface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 335x450 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kc. Gen. Ese. Rya. N° 18 (630)Theme : General

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Rya Teze, N° 18 (630)

Versions

Rya Teze, N° 18 (630)

Mîroê Esed

Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Çewa temamîya wetenê meda, usa jî rêspûblîka me da xwendina cimaetîyê sal bi sal pêşda diçe. Bajar, gund û avan temam bi mektebava hatine bêxofkirinê. Bi çend hezara dersdar tumecal-mikanêd xwe nahêvşînin bona diha kûr hînkirina zara. Ewana bi emekî hizkirinva zara terbîyet dikin bi ruhê înternatsîonalîê, wetenhizkirinê û humanîzmiêva.
Sala xwendinêye îsalda, bi saya xevata baş gelek mektebêd respûblîkaê di şuxulê xwendin û terbîyetîêda gihîştine destanînêd berbiçev.
Çarêka sala xwendinêye sisîya kivùkir, wekî gelek mektebêd respûblîka me da xevata xwendin-terbîyetîyê ser hîmekî baş hatîye danînê, ders bi cêrvandin û qînyatê nîşandayînêva tên derbazkirinê, seva xwendina ...



KIRINÊD ORGANÊD XWENDINA CIMAETÎYÊ

Çewa temamîya wetenê meda, usa jî rêspûblîka me da xwendina cimaetîyê sal bi sal pêşda diçe. Bajar, gund û avan temam bi mektebava hatine bêxofkirinê. Bi çend hezara dersdar tumecal-mikanêd xwe nahêvşînin bona diha kûr hînkirina zara. Ewana bi emekî hizkirinva zara terbîyet dikin bi ruhê înternatsîonalîê, wetenhizkirinê û humanîzmiêva.

Sala xwendinêye îsalda, bi saya xevata baş gelek mektebêd respûblîkaê di şuxulê xwendin û terbîyetîêda gihîştine destanînêd berbiçev.

Çarêka sala xwendinêye sisîya kivùkir, wekî gelek mektebêd respûblîka me da xevata xwendin-terbîyetîyê ser hîmekî baş hatîye danînê, ders bi cêrvandin û qînyatê nîşandayînêva tên derbazkirinê, seva xwendina polîtêxnîkîê laboratorîya, kabînêta û xwelîya xwendin-cervandinê rind didine xevatê. Vî şuxulîda xevateke berbiçev kirine mektebêd nehîyêd Stêpanavanê, Talînê, Mêgrîê, Sîsyanê, Aptaşatê û êd din.

Ji mekteba gundê Bagûdîêye orte nehîya Sîsyanê, dersdar şerdikin bona pind û kûr hînkirina şagirta, dîrektor û serwerê para xwendinê rojê ji du seheta ne kêmtir dersa dibihên û komekê didine dersdara bona hildana kêasîyê ku ew eyan dikin, dersê vekirî tên teşkîlkirinê, Civatêd şêwra pêdagogîê derbazdibin bi serecemî û tê firekirinê krîtîk û xwekrîtîkkirin tu zar ji mektebê der nemaye, hatina şagirtaye herrojî li mektebê zêf rinde, bona xwendina polîtêxnîkîê jî xwekrîtîkîê jî xebateke kivş hatîye birinê.

Van destanînara tevayî gelek nehîyêd rêspûblîkaêda xevata xwendin-terbîyetîyê rind nedane teşkîlkirinê. Nehîyêd Aştarakê, Şahûmyanê, Şamşadînê, Ecmîadzînê, Axtaê, Vêdîyê, Basargêçarê û êd dinda serkarêd derecêd xwendina cimaetîyê. Înspektor û mêtodîstêd wan tenê mijûlin bisilametî berevkirinava, komekdayîna lazimînadne dersdara, nadine derbazkirinê cervandina dersdarêd pêş.

.....




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals