La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 21 (633)


Auteurs : | | | | | |
Éditeur : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Date & Lieu : 1955, Êrêvan
Préface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 335x450 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Ese. Rya. N° 21 (633)Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rya Teze, N° 21 (633)

Versions

Rya Teze, N° 21 (633)

Mîroê Esed


Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê


Cımaeta sovêtîê efrandar mijûle bi qedandina wê pirsa hemcimaetîêye mezinva, ku pêşda daye Plênûma KM PKTS yanvarê.
Temamîya xevatkarê gund û bajêr pêykarê divin bona wê yekê, wekî nava van pênc-şeş salêd nêzîk da derdaîna hevnan salewextê bigihînne nekêm 10 mîlîard pûtî, derdaîna hasiletêd heywanetzêdekirinê himlî bidne zêdekirinê du cara-du cara zêdetir. Qedandina vê pirsdanîna ferze mezin dixwaze, ser hîmê hertim pêşdabirina senaya giran diha bê bilindkirinê derdaîna malhebûna gundîtîê.
Nava qirara plênûma yanvarêda hatine ...



BI HURMETÎ BIQEDÎNIN QIRARA PLÊNÛMA YANVARÊ KM PKTS

Cımaeta sovêtîê efrandar mijûle bi qedandina wê pirsa hemcimaetîêye mezinva, ku pêşda daye Plênûma KM PKTS yanvarê.

Temamîya xevatkarê gund û bajêr pêykarê divin bona wê yekê, wekî nava van pênc-şeş salêd nêzîk da derdaîna hevnan salewextê bigihînne nekêm 10 mîlîard pûtî, derdaîna hasiletêd heywanetzêdekirinê himlî bidne zêdekirinê du cara-du cara zêdetir. Qedandina vê pirsdanîna ferze mezin dixwaze, ser hîmê hertim pêşdabirina senaya giran diha bê bilindkirinê derdaîna malhebûna gundîtîê.

Nava qirara plênûma yanvarêda hatine kivşkirinê ew rê û mecal bi qedandina kîjanava malhebûna gundîtîêye sotsîalîstîê wê bê gîhandinê derceke diha bilind.

Van roja bû plênûma KM PK Ermenîstanê, kîjanê enenekir daklada katibê KM PK Ermenîstanê ewlin hev. S. Tovmasyan “Derheqa mecalêd qedandina qirara Plênûma yanvarê Kommerkezîa PKTS “Derheqa zêdekirina derdaîna hasiletêd heywanetzêdekirinê”.

Plênûmê mecalêd praktîkî dakivşkirinê bona bi hurmetî û heta kutasîê qedandina qirara Plênûma yanvarê KM PKTS.

Pey qirara Plênûma sêntyabrê KM PKTS teşkîletêd partîaê rêspûblîkaê epêce xevat kirine bona pakkirina serkarîkirina malhebûna gundîtîê, qewînkirina kolxoza û SMT-a bi kadrêd zaneva.
Şîrdaîna çêleka epêce bilindbûye di kolxozêd nehîê Şahûmyanê, Stêpanavanê, Gûkasyanê, Axtaê û êd maînda. Sala 1954-a himberî sala 1953-a kirî respûblîkaêda serê çêleka zêdebûye bi 14 selefa. Vê derecêda gihîştine destanînê berbiçev nehîêd Basargêçarê, Aparanê, Axtaê, Kotaykê.

Cêrivandina nehîêd û kolxozêd pêş, destanînêd wana didine kivşê, wekî rêspûblîka meda hemû mecal hene bona wê yekê, wekî derdaîna hasiletêd heywanetzêdekirinê hîmlî, kolxoz û sovxozêd respûblîkaêda himberî sala 1954-a kirî, sala 1960-î bê zêdekirinê: ya goşt-2,2 cara, şîr-nêzîkî 2 cara, hirîê-1,8 cara, şîr-nêzîkî 2cara hirî-1,8 cara, hêka-2,5 cara.

Plênûma KM PK Ermenîstanê da kivşkirinê, wekî hela rêspûblîka meda pirsa hewwanetzêdekirinê şûnda dimîne.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues