La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 22 (634)


Auteur :
Éditeur : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Date & Lieu : 1955, Êrêvan
Préface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 335x450 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 22 (634)Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rya Teze, N° 22 (634)

Versions

Rya Teze, N° 22 (634)

Mîroê Esed

Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Partîa Komûnîstîê û hukumeta Sovêtîê cîkî mezin didin kînoê, kîjan ku destanînê mezinva pêşda diçe nav welatê meda.
Bi hezara fîlmê sovêtîê qebûlkirineke dilşayva têne hildanê neku tenê welatê meda lê osajî ji wela^te me der. 
Kînoşikil welatê sovêtîêda bi bedewî didine kivşkirinê destanînê cimaeta sovêtîê nav xevata çêkirina komûnîzmêda.
Borcê teşkîletêd partîaê, sovêtîê û proftifaqîêne her wext qewînkin şuxulê nîşandana kînoşikila nav cimaeta meda û usa jî bidine nîşandaînê destanînêd îskûstva kînoa sovêtîê. Bona wê yekê cem me hene hemû mecal. 
Van herdu salê naşinda rêspûblîka meda epêce zêde bûye reqema kînodîtîya. Bese bê gotinê, wekî tenê nava sê mehê îsaline pêşinda li nehîya Ecmîadzînê...



RIND TEŞKÎLKIN XEVATA KÎNONÎŞANDAÎNÊ GUNDADA

Partîa Komûnîstîê û hukumeta Sovêtîê cîkî mezin didin kînoê, kîjan ku destanînê mezinva pêşda diçe nav welatê meda.

Bi hezara fîlmê sovêtîê qebûlkirineke dilşayva têne hildanê neku tenê welatê meda lê osajî ji wela^te me der. 

Kînoşikil welatê sovêtîêda bi bedewî didine kivşkirinê destanînê cimaeta sovêtîê nav xevata çêkirina komûnîzmêda.

Borcê teşkîletêd partîaê, sovêtîê û proftifaqîêne her wext qewînkin şuxulê nîşandana kînoşikila nav cimaeta meda û usa jî bidine nîşandaînê destanînêd îskûstva kînoa sovêtîê. Bona wê yekê cem me hene hemû mecal. 

Van herdu salê naşinda rêspûblîka meda epêce zêde bûye reqema kînodîtîya. Bese bê gotinê, wekî tenê nava sê mehê îsaline pêşinda li nehîya Ecmîadzînê dewsa 54 hezarê bi planê têra dîtî, kînoşikila nihêrîne 73 hezar merivî, nehîya Martûnîêda dewsa 22 hezar kînodîtîya hatine dîtina kînoşikla 38 hezar meriv û usajî nehîê maînda. Lê ev yeka nade kivşê, wekî temamîya rêspûblîkaêda teşkîlkirina kînonîşandaînê rind diçe. Kêmasîke lape mezin cem xevatçîê kînofîkatsîaê ewe, wekî ewana rind teşkîl nakin xevata kînoê gerok, bona wê yekê jî bi wedê dirêj gelek gundada kînoşikil naêne nîşandaînê. Nehîya Gapanê, Sîsîanê, Aparanê, Axtaê, Şamşadînêda nîşandaîna kînoşikila xirav diçe. Gundêd van nehîyada, başqe gotî gundê ku dûrî merkeza nehîyane, bi meha naêne nîşandaîn kînoşikil. Gundêd Tandzavêrêda, Gomaranêda, Başkentêda, Maslamêda Gardaşêda li nehîya Gapanê, gundêd Şorja Jorîn û Jêrînda li nehîya Basargeçarê gundêd Agsûyêda. Hagûmêda, Tsagkavanêda li nehîya Şamşadîê nav 8-10 mehê derbazbûîda tu kînoşikil nehatîye nîşandaînê.

Gelek tiştekî bê îzine, wekî çewa Mînîstrîa kulturaê respûblîkaê, usa jî Mînîstrîa malhebûna gundîtîê guhdarîya lazim nadine ser teşkîlkirina nîşandîna fîlmê gundîtîê, bona wê yekê jî nêzîkî dused fîlmê gundîtîê ketine kîlerêd baza kînoprokata Êrêvanêda û naşînin gunda.

Hindik teşkîldikin nîşandaîna kînoşikilê destanînê ulmîê. Cerbandina xevata gundîtîê pêş. Vî şuxulîda komekdarîê kêm didin...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues