Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 23 (635)

Nivîskar : | | | | | |
Weşan : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Tarîx & Cîh : 1955, Êrêvan
Pêşgotin : Rûpel : 4
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 335x450 mm
Hejmara FIKP : Riya Teze, N° 23 (635)Mijar : Giştî

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Rya Teze, N° 23 (635)

Versions

Rya Teze, N° 23 (635)

Mîroê Esed

Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Îro temam bû 85-salîya bûyîna hîmdar û têşkîldarê partîa Komûnîstîê û dewleta Sotsîalîstîê, pêşîkar û dersdarê xevatkarê hemû welata mezin Vladîmîr Îlyîç Lênîn.
Roja bûyîna V. Î. Lênîn bi hizkirina pir û şabûna mezin didine kivşe ne ku tenê cimaetê sovêtîê, lê usa jî xevatkarê hemû welata, temamîya merivaya dinyaêye progrêsîv.
Navê V. Î. Lênîn bê hesav qîmetlîye bona her merivekî xevatçî, ewî temamîya emirê xweyî delal pêşkêşî şuxulê azakirina cimaetê kir, şuxulê çêkirina komûnîzmê.
Şuxulê V. Î. Lênîn, ulmê wîyî nemirî dijî û altdike. Ulmê lênînîê kur dighîje mîlîona meriva temamîya rû barê dinyaêda.
Navê Vladîmîr Îlyîç Lênîn bê hevqetandin...

BI RYA LÊNÎNÎÊ

Navê Vladîmîr Îlyîç Lênîn bê hevqetandin girêdaye bi temamîya terîqa Partîa Komûnîstîê Tifaqa Sovêtîêra, bi pêşdahatin û pêşdaçûîna dinyaêda dewleta sotsîalîstîêye ewlîn-Tifaqa Respûblîkaêd Sovêtîê Sotsîalîstîêra.

Navê Lênîn bûye beyraqa temamîya xevatkarê dinyaê di nava wê peykarêda ku diçe bona edlayê dêmokratîaê û sotsîalîzmê.

Şuxulkirina Lênîne rêvoyûtsîon dest pê bû salêd 90-î ya qûrna derbazbûyî, wî wextî, çaxê kapîtalîzm dikete nava dereca pêşdaçûîna xweye paşin-dereca împêrîalîzmê, çaxê rêvolyûtsîa prolêtarîê dibû pirsa praktîkî Lênîn xevata rêvolyûtsîon dikir bona yekcîkirina qewata sinifa pala. Lênîn pêykaranehêvişandî dibir miqbilî oportûnîzmê nava hejandina paletîêda, bona teşkîlkirina qewatê prolêtarîatê û berevkirina wan bin beyraqa marksîzmê rêvolyûtsîonî.
Lênîn teşkîlkir partîa tîpê teze-partîa Komûnîstîê, da prîntsîpê partîaêye îdeologîê, taktîkîê, teşkîltîê û têorîatîê. Lênîn bi efrandarî marksîzm pêşdabir, efirand ulm derheqa împêrîalîzmêda, efirand têorîa rêvolyûtsîa sotsîalîstîê teze partîa da sîihkirinê bi programa çêkirina sotsîalîzmê û komûnîzmê.

Lênînê mezin û partîa Komûnîstîê bi teşkîlkirina tifaqa pala û gundîya 1917 salê oktyabrê gihîştin welgerandina hukumata kapîtalîsta û milkedara. Prolêtarîatê Urisêtê bi altindarîya rêvlyûtsîa oktyabrê mêrxasîya terîqîye mezinkir, cara ...

Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar