Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 28 (640)


Nivîskar : | | | | | | | | | | |
Weşan : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Tarîx & Cîh : 1955, Êrêvan
Pêşgotin : Rûpel : 4
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 350x450 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 28 (640)Mijar : Giştî

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Rya Teze, N° 28 (640)

Versions

Rya Teze, N° 28 (640)

Mîroê Esed


Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê


Cimaeta sovêtîê û temamîya merivatîya progrêsîv 9 mayê derbazdikin çewa roja hincirandina faşîstê hîtlêrîê. Deh sal berê bi altindarî kuta bû şerê Wetenîê Mezin miqabilî Germanîa faşîstîê.
Bi serdagirtina nişkêva Gêrmanîa hîtlêrîê danîbû pêşîya xwe nêta hincirandina dewleta Sovêtîê, zevtkirina hebûna me, xwelîya me û dixwest bida vesekinandinê dewleta milkedra û kapîtalîsta. Ew şer, şerê herî giran û çetin bû tarîqa Wetenê meda. Wî şerê giranda diha qewîn bû tevgirêdana pale, gundî û întêlîgêntsîa welatêr ...



ROJA ALTINDARÎÊ

Cimaeta sovêtîê û temamîya merivatîya progrêsîv 9 mayê derbazdikin çewa roja hincirandina faşîstê hîtlêrîê. Deh sal berê bi altindarî kuta bû şerê Wetenîê Mezin miqabilî Germanîa faşîstîê.

Bi serdagirtina nişkêva Gêrmanîa hîtlêrîê danîbû pêşîya xwe nêta hincirandina dewleta Sovêtîê, zevtkirina hebûna me, xwelîya me û dixwest bida vesekinandinê dewleta milkedra û kapîtalîsta. Ew şer, şerê herî giran û çetin bû tarîqa Wetenê meda. Wî şerê giranda diha qewîn bû tevgirêdana pale, gundî û întêlîgêntsîa welatêr me. Temamîya cimaeta welatê me. Temamîya cimaeta welatê me çewa merivek derkete şerê Wetênîê miqabilî dijmin, bona xweykirina azayî û hurmeta xwe, bona xwexwetîya Wetenê xwe. 

Partîa Komûnîstîê û hukumata Sovêtîê hemû qewatê welêt mobîlîzatsîa kirin bona hincirandina dijmin. Teşkîldar û guhdarê hemû altindarîêd me miqabilî zevtkirêd faşîstîê partîa Komûnîstîê bû.

Partîa me, Komîtêa wêye Merkezî bi serkarîya Stalînê mezin bi mîlîona mzrivêd sovêtîê birin berbi şerê miqabilî dijmin. 

Merivêd sovêtîê nava şêrda nîşandan egîtî û mêrxasîya massayî. Ji 7 mîlîona zêdetir eskerê me bi ordên û mêdalê TRSS hatine rewakirinê. Weke 11 hezar saldat û ofîtsêrê me navê Mêrxasê Tifaqa Sovêtîê hurmetlî stendin.

Bona hincirandina dijmin bê hêvşandina qewata xwe dixebitin pale, gundî û întêlîgêntê welatê me. Bona bêxfkirina altindarîê di şerê miqabilî Gêrmanîsa hîtlêrîêda roleke here mezin lîst baza ekonomîkîê, ya ku hatibû çêkirinê berî şêr. Bi saya îndûstrîa giran welatê me karibû temamî bide razîkirinê eskerê sovêtîê bi sîlihê here pak.

Paşî altkirina Gêrmanîa hîtlêrîê, eskerê sovêtîê sîlihê xwe rastkirin miqabilî mîlîtarîzma Yaponîaê û komekdarîya biratîê da cimaeta çînîê di şerê miqabilî Yaponîaêda, hincirand eskerê Kvantûnê mîlîonî. Du ocaxê şer li roavaê û rohilatê hatine temirandinê.

Cimaeta sovêtîê û Wewatêd wêye ...




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar