GUHDARÎKE LAZIM SER XEVATA PAKÇÊKIRINA GUNDA
Rêspûblîka meda bi têmpê lez rojbiroj pêşda diçe xevata pakçêkirina merkezêd nehîya û gunda. Tenê nava hersê salê paşinda rêspûblîkaêda hatine çêkirinê neh hezar avayê jîyînê. Îsal hatîye asfalkirinê 36 kîlomêtr soqaqê gunda û merkezê nehîya, hatîye daçikandinê 120 hezar darî zêdtir, hatine çêkirinê gele soqaq û meydan, usa jî têne çêkirinê gele avayê jîyînê, mekteb, nexweşxane, razanxane û îdarêd kültûraê.
Nava xevata pakçêkirina gunda berbi çevdikevin nehîêd Şahûmyanê, Spîtakê, Basargêçarê, Talînê.
Îsal ji alîê Mînîstrîya malhebûna komûnalîê borcê daçkandina 20 hezar darî hatibû danînê se nehîya Şahûmyanê û usa jî borcê daçkandina pênc hezar darî hatibû danînê ser nehîya Spîtakê û Basargêçarê. Prê komûnalîê van nehîya bi komekdarîya komşuxulkirêd Sovêtê nehîya bi hurmetlî qedandin ew borcê xwe. Van nehîyada hatine çêkirinê soqaqeke teze bi dirêjayî 800 mêtî, ya ku gerekê bi temamî bê asfaltkirinê, kêleka wê soqaqê hatine daçkandinê gele darêd şîn.
Bona rind teşkîlkirina xevata pakçêkirina gunda cîkî mezin digre qewata komşuxulkirê Sovêtê gunda û nehîya.
Ewana hazirdikin planê çêkirinê û veçêkirinê, duşurmîş divin bona wededa destanîna qinîyatê çêkirinê, mobîlîzatsîa dikin qewata xevatkarêd gund bona bihurmetlî qedandina xevata pakçêkirina gunda.
Lê rêspûblîka meda hela hene gele komşuxulkirêd Sovêtê gunda û nehîya ku ev şuxulê ferz bîrkirine û tiştekî berbiçev nekirine bona pakçêkirina soqaqa, meydana, daçkandina dara û êd mayîn. Nava xevata pakçêkirina gunda û merkezê nehîyada Cîkî mezin digire prsa sanîtarîê, lê hine cîya guhdarîya lazim nadin ser pirsê.
Nehîya Agînê, Aparanê, Kotay^kê, Qapanêda komşuxulkirê sovêtê ... |