Biranina Yilmaz Güney û Cigerxwîn
Enstîtuya Kurdî di şînê de ye, çand û hinera kurdî di şînê de ne, gelê kurd xemgîn e : di nav çend heftên payîza reş a 1984 de du hîmdarên Enstîtuyê, du şerkarên tirsnezan ên azadiyê ji nav me çûn, du sitûnên jiyana me ya çandî hilweşiyan, du stêrkên geş ên esmanê Kurdistanê xuricîn.
Hevalê me Yilmaz Güney hê 47 salî bû. 25 salên pêşîn ên jiyana xwe, wekî piraniya Kurdan, di nav tunebûn, belengazî û hezar û yek dijwarî de derbas kiribû. Qasî 12 salan jî di zindanan de. Bi filmên xwe, bi pirtûkên xwe, xwe bi hemû cihanê dabû qebûl kirin, bûbû dengê xurt ê azadîxwazên Tirkiyê, remza şerkarî û têkoşeriyê, hêviyek mezin ji bo doza kurdî. Ew hê nû gihiştibû azadî û serbestiyê, dixwast xwestek û meremên xwe yên salan bibe serî, bi dehan film çêke li ser rewşa Kurdan, li ser şerê Kurdan, trajediya Kurdan bi temamî dinyayê bide nasîn. Haziriya her du fîlmên pêşîn pir pêş ve çû bû. Feleka bêbext dest neda, mirina bêwext û xedar nehişt ku ev xewn û kam bibin pêkahî.
Cigerxwîn Seydayê me bû, çîrûska welatparêziya kurdî wî xist dilên çend newşên Kurdan. Xwendekar an feqeh, xwenda an mela, nivîskar, ronakbîr, helbestvan an dengbêj, têkoşer û welatparêzên kurd ên çil salên dawîn, xasme yên Kurdistana Tirkiyê û Sûriyê, hîşyarbûna xwe ji Cigerxwîn re deyndar in. Piştî ev çend salên têkoşîn û kefteleftê Seydayê me yê hêja bê ku rizgarbûna perçeyekî Kurdistanê bibîne, li şaristana wefat kir.
Ewê her du lawên giranbiha yên gelê kurd bi afirandinên xwe timî di dil û têkoşîna me de, di dilên newşên Kurd ên nû de bijîn. Baştirin bîranîna wan domandina têkoşîna wan e.
Di vê hejmarê de em bi kurtî jînegariya wan bi bîr tînin û ewê di payîza 1985 de «Hêvî» hejmarên taybetî li ser wan derîne. |