La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêvî, hejmar 8


Éditeur : FIKP Date & Lieu : 1992, Paris
Préface : Pages : 208
Traduction : ISBN : 0761-1242
Langue : KurdeFormat : 167x240 mm
Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hêvî, hejmar 8

Versions

Hêvî
hejmar 8, havîn 1992

Enstîtuya Kurdî malbendeke çandiya serbixwe ye. Di Sebata 1983 bi destê ronakbîrine kurd ên ji her aliyên Kurdistanê, hatiye danîn. Amanca wê beşdarbûna şerê ji bo parastin û pêşvebirina çanda gelê kurd e.

Civandina gencineyên çanda kurdî, çêkirina ferheng û rêzimanên kurdî, lêgerînên li ser edebiyat, pîşe û dîroka kurdî, çapkirina kovar û kitêbên kurdî, pêkanîna kaset, sêlik û filmên kurdî şaxên bingehiyên xebata wê ne. Karekî wê yî serekeyê din jî nasandina çanda kurdî bi gelên cihanê ye.

Enstîtu dixwaze bibe cîgehekî xebatê ji bo hemû zimanzan, nivîskar, dîroknas, hinermend, pîşekar û ronakbîrên kurd û dostên gelê me.

Ew ji bo jiyan û pêşveçûna xwe, hewcê alîkarî û tevkariya her Kurdê welatparêz e.

Hîmdarên Enstîtuya Kurdî : Cegerxwîn, Ordîxanê Celîl, Heciyê Cindî, Yilmaz Güney, Hejar, Kendal, Qanatê Kurdo, Remzî, Osman Sebrî, Îsmet Şerîf Vanlî, Tewfîq Wehbî, Nûredîn Zaza.


Bîranînên Nûredîn ZAZA

Ronakbîr û welatparêzê navdar Dr. Nûredîn Zaza yek ji hîmdarên Enstîtuya Kurdî bû. Ew di 7. 10. 1988 de çû rehmetê. Xanima wî, Stî Gilberte Zaza, ku bi xwe nivîskar û rojnamevaneke swîsî ya bijare ye, destnivîsa bîranînên wî bi kurmancî, ji Enstîtuyê re diyarî kir. Ev bîranîn roniyek nû davêjin ser hin şexsiyetên kurd û bûyerên dîroka me ya nêzîk, em dê wan di kovara Hêvî de belav bikin.

Gihaştina min a mala Mihemed Elî Wanlî

Saet yanzdehê şevê me li deriyê wan da. Derî di cî de venebû. Me li dora xwe nêrî di kolana (cada) teng de tu kes nîn bû. Li hember deriyê mala Mihemed Eli Wanlî dîwarên bilind, bê pencere bûn. Herwekî derî venedibû, careke din, me hin xurtir li zingilê xist û bêhn çikayî, sekinîn. Bîstekî din, li hundir çira vebû û pêjin bi ser me ket. Pişt re bêî ku tiştekî ji me bê pirsîn derî vebû. Li pêşiya me, bi pîjama û çav li xew, bavê Ebû Adil, pê xweşhatinî da me û em dibirin hundir. Em ketin oda pêşîn, a ji aliyê derî. Bi roj ev ode ya mêvana bû. Lê, xuya kir ku bi şev, Ebû Adil, bi jin û neviya xwe ya piçûk ve, li wê radiza.

Gava em çûnê, Diya Adil nivîna wê ji erdê rakiribû û ji bo min nivîneke din datanî. Ewê dil dikir ku nivîna mêrê xwe jî bibe oda piçûk a bi wî alî, li ser rêza odê em tê de. Ew odeya ha gelek teng bû, û digel vê yekê du kur û keçeke wan a gihaştî tê de radizan. Bi hêvî û rica min kir ku Diya Adil û bi neviya xwe Hêvî ve here oda din û nivîna mêrê xwe li cem a min bihêle.
Piştî ku ewê nivîn û neviya wê ya di xew de birin oda din, bi tebsiyeke xwarinê dîsa vegeriya cem me. Tevê ku ji êvarê de min tu tişt nexistibû devê xwe, dilê min nediçû xwarinê. Bi kotekî, min û Mihemed Xeyr me du sê parî nan û penêr xwarin û hew...

Her wekî ez bê pîjama bûm, Diya Adil geriya ku tiştekî peyda bike ku ez li xwe bikim. Ebû Adil û zaroyên wî tev de merivên hûrik bûn. Welê xuya dikir ku di laşê wan de ji reh, damar û çerm pê ve tu tiştê din nîne. Ji lewre pîjamayên wan...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2021
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues