La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zargotina Kurda I


Auteurs : |
Éditeur : Naûka Date & Lieu : 1978-01-01, Moskva
Préface : | Pages : 508
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 160x220 mm
Code FIKP : Lp. KL. 490Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Zargotina Kurda I


Zargotina Kurda
- I -
[КУРДСКИЙ ФОЛЬКЛОР]

K'urd - yek ji kevntirîn miletê Rohilata Navîne. Walatê wan - K'urdistan berêda p'aravekirîbû nava du dewletê mezin: Îrana Sasanî û împaratoriya Byûzandî, lê paşwextiyê ew p'erçe-p'erçe bû nav herçar dewletê Rohilata Navîn: Îranê, Îraqê Sîriyayê û T'urk'îyayê (Romê), Jimara t'emamya k'urdê ko li ser xal'iya kal û bavê xwe dijîn, bi jimara neyî t'am, roja îr'oyin 16 mîlîyonî zêdetire.

Sedsaliya navînda K'urdistan, weke p'ira bû navbeyna Rohilatê û Roavayê. Wê hênê li ser xalîya K'urdistanê leşkerê horoma û byûzandî; ordîyê t'et'er-monxola û t'urk-sêlcûka diçûn-dihatin. Sedsal ya navinda t'evgera k'urda di ber serxwebûnêda berdewam bû çewa dijt împêratorıya Osmanî, usa ji diji Îrana Sêfêvî...


Pêşgotin

K'urd - yek ji kevntirîn miletê Rohilata Navîne. Walatê wan - K'urdistan berêda p'aravekirîbû nava du dewletê mezin: Îrana Sasanî û împaratoriya Byûzandî, lê paşwextiyê ew p'erçe-p'erçe bû nav herçar dewletê Rohilata Navîn: Îranê, Îraqê Sîriyayê û T'urk'îyayê (Romê), Jimara t'emamya k'urdê ko li ser xal'iya kal û bavê xwe dijîn, bi jimara neyî t'am, roja îr'oyin 16 mîlîyonî zêdetire.1

Sedsaliya navînda K'urdistan, weke p'ira bû navbeyna Rohilatê û Roavayê. Wê hênê li ser xalîya K'urdistanê leşkerê horoma û byûzandî; ordîyê t'et'er-monxola û t'urk-sêlcûka diçûn-dihatin. Sedsal ya navinda t'evgera k'urda di ber serxwebûnêda berdewam bû çewa dijt împêratorıya Osmanî, usa ji diji Îrana Sêfêvî.

Destpêbûna sedsaliya XVII çewa şah Abbasê I, usa jî pêşîyê wî, ji bona sarkirina, şerpezekirina h'eja k'urdaye milettyê – azadarîyê, yêk li K'urdistanê destpêbûbûn û ji bona qewînkirina sînorê dewleta Qecera ji alîye bakurê diji êl-e'şırê k'oçera Asya Navîn, bi darê zora çend e'şirê k'urda ji K'urdistanê rakirin û bere wan dane berb bakur û bakur-rohilata Îranê.2 Axiriyê, pey gele sirgûn kirin, k'oç kirin, neçarî û barkirina hine êl e’şîrê k'urda sedsalîyê derbazbûyîda hatin gihiştin h'eta t'opraxa bakur-rohilata Îranê (Xorasanê) û li rêspûblika T'urk'mênîyayê, h'eta t'opraxa rêspûblîkayê: T'RSS Pişqavqazê.

Hejmara binelîyê (danişwan) k'urd nava împêratoriya Ûrisêtê diha zêde bû piştî şerê (cenga) ûris û e'cem sale 1804-1813 û şerê 1826-1828, çaxê pey imzakirirıa paymanê Gulistanê û T'urkmençayê xweliya (xakê) Ermenistana Rohilata binelîyê k'urdava derbazt U'risêtê bû. K'urd li Pişqavqazê diha p'ir bûn piştî cenga ûris û romê sala 1853-1856 û cenga ûris û romê sala 1877-1878. Prosêsa werguhastina k'urda berb Ûrisêtê berdewem bû t'a sala 20-î ya sedsalîya me. Bi vî teherî warguhastina k'urda ji rohilata T'urkîyayê berb rêspûblîkayê Ermenistana û Gurcistana sovetîyê ji vir sed û pêncî sal berê destpê bûye. Warguhastî bûn h'îmlî k'urdê Sarîqamişê, Êrzirûmê, Bazîdê, îgdirê, Muşê, Bitlîsê, Wanê Dîyarbek'irê.
Roja îroyîn k'urd h'îmlî hersê rêspûblîkaya Pişqavqazê û Asya Navîn: Qirqizstanê, Qazaxistana T'urk'mêniyayê dijîn. Hejmara te'mam ya k'urdê T'ifaqa Sovêtîyê bi hejmara 15 k'anûna paş sala 1970, resmî, 89 h'ezar e.3

Çewa xwayê tiradîsîyê zanyarîya sincî û zengîn, k'urda kirineke mezin kirine dîroka pêşveçûna rewşenbîriya (kûltûra) miletêd Asîya Navîn û Şaristanetîya cihanî.4 Akadêmîk Î. A. Orbêlî dinivîse: “Gelo dik'eve sere k'ê, wekî Silh'edînê awqa serêşî û çetinayî xaç-p'arêzara (selibîyara) çêkir k'urd bû, ko nemirê dîroka Ermenîstanê û Gurcistanê, nemir nek t'enê çewa serdarê leşkera, lê nemir usa jî çewa hostê pêkanîna, sazkirina 'rewşenbîrîyê êmîr ç'epildirêja k'urd bûn, k'urd bûn Şedadîda, yêk bona sazkirina dewleta xwe li Qavqazê Gurcistanêra k'etibûne h'ucetê û xwe jî serwêriya Îranê dikirin, e'slê xweda bi nivî k'urd bû şayirê nav û deng (gewre) Nizamî,  yêk bi farizî nivîsî”.5

Rik'nê xweda k'urd bûn usa jî şayîr û nivîsk'arê e'rebaye nav û deng Sidqî az-Zahawî ; Ah'med Şawqî, Me'rûf Risafî, Meh'mûd T'êmûr6 û yêd mayîn.

Akadêmîk N. Y. Mar xebata xweye bi sernivîsara “Dîsa li ser peyva ‘çêlêbî’” - da, yêk ser pirsa nirxî rêwşenbîrîya miletê k'urdane li dîroka Asya Pêşînda, hate ser fikireke wa, weki “êl-e'şîrê k'urda, çewa bere usa jî vê gavê faktoreke serxwene, qewateke mexlûqetîyê û rewşenbîrîyê li wane”. K'ilîta ve pirs N. Y. Mar digo zargotina k'urdaye zengînda, govend û dîrokê wêda bigerin.7

Fe'mdarîye, ko çima zargotina, k'urda t'imê ber guhê gele rohilatnasê dinê e'yan rêwîyê Rohilatê Roavayê bûye, û ew ji alîyê wan hêjayî gilî gotinê qenc bûye.

Zargotina k'urda bext û mirazê milet, çerx û feleka wê bi h'elalî p'aravekir. Ewê xwe li ber gele 'te'lîtengîya li ber gele çetinaya girt, û nek t'enê xwe girt, lê bi dur û cewahirê nûva xwe xemiland.

Piştî gera xwe di K'urdistanê sala 1914 pofêssor V. F. Mînorski nivîsî, wekî k'urd xweyê e'debîyetekî (lîtaratûra) gelêre gelekî zengînine, bal k'urda c'îrok serpêhatî, cîâzî û stran p'irin.8 Rohilatnasê sovêtyê Î. O. Farîzov pêşgotina ko ewî bona k'itêba V. P. Nîkîtîne “K'urd” nivîsî bû divêje, wekî zargotina k'urda p'iranîya nimûn ( janr) û syûjêa xweva nava zargotina miletêd Rohilata Pêşîn û Navînda cîyê pêşin digre.9

Zêna rohilatnasa û rêwîya berb zargotina k'urda bi wê yekêva tê Şirovekirin, wekî zargotina k'urdada mina ç'ilkeke avê rabûn-rûniştandina milet, xu-xeysetê wê hatîye xanê kirin, milet, ko bi sedsaliyava bindest bûye, lê îro şerê xweye azaye, nebindestîyê û serxwebûnê dike.10 Kakilê p'iranîya serpêhatyê êpîkîyê, stran û gilî-gotina ji qewimandina jîyînê, ji mêrxasî û e'gîtîya qîz û xortê k'urdane.11 Bêfitîya, gele serpêhatîyê êpîkîyê, stran, cîazî û gilî-gotinê gel ji k'ûraya qurna : tên û şopa jîyîna miletê ya sedsaliya lêye, ew şe'dê jîyîna berêye, şe'dê gele e'rf û e'detê k'urda û `rûpêlê mijûyî wêye.

E'frandarê zargotina k'urda bere pêşin gundî û cotka'rin, yêk şevê zivistanêye dirêj li odada berev divin distirên û divêjin. Di nav wanda gele dengbêjê profêsîonal,12 aşiq û ç'irokbêj hene. Dengbêj bêy zurne, meya, dut'ar û t'ambûr distirên, ew bi deng, t'ek' bi deng distiren, lê aşiq saz dixin û pêra distirên.

Çewa akadêmîk V. A. Gordlêvskîy şe'detiyê dide, helbestê civakî, li K'urdistana bakur rojava, dibistanê stranada dihatine xwendinê. Di van helbestanada strana davêtine ser mêrxas û gernasê milet. Mamosta suxtê xwe hînî helbeste berêva dikire nas, wan hînî fena pêkanîna helbesta dikir û hostatîya xwe, zanebûnêd xwe dida wan.13 Nava k'urdê mukrîda xwendegehê xas dirust kiribûn û stranvan lê hîn dikirin. K'urdistana xwarûda yêk ew dibistana xilas dikirin, wanara digotin sayîr.

T'ifaqa Sovêtıyêda aşiq û zanîyarê zargotina k'urda nek t'enê ji alîyê milet têne h'iz kirinê, lê zanebûn û me'rîfeta wana ji alîyê hukumetê bilind tê qîmet kirin. Sala 1938 aşiq û dengbêj Ah'me Çolo û Celîlê Reşo bûne endamê K'omela nivisk'arê Ermenistanê.

Litêratûra dereca têk'stê zargotina k'urda ser du p'ara, ser du benda tê p'aravekirin.

Ser para pêşin ew p'irtûk û wit'ar têne hesabê, yêko t'ene ji bona hînbuna zimanê k'urdî hatine çap kirin. Litêratûra vê p'arêda nimûnêd zargotinê her t'enê çewa matêriyalê runkirinê (naskirinê) hatine k'aranîn…




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues