PÊŞGOTIN
Ev Elîfbaya Kurdî ji alî nvîskar, hozan helbestvan, zane û welatparêzê Kurdê navdar Prof. Dr. Kamûran Alî Bedir-Xan de li sala 1938'de hatîye nvîsandin û çapkirinê.
Tu kurdekî heta niha li wara zimannasîya Kurdî de wekî wî û birayê wî Celadet Bedir Xan xebatekî giranbiha nekirîye.
Lê disa divêt em bi dilekî xemgîn bêjin ko, tu zanekî jî ji alî neteweyê xwe wekî wî ewka zû nehatîye bîrakirin Em jibo bîranînê, li sêsala mirina wî de yekemîn Elîfbaya Kurdî bi tîpên latînî çapdikin.
Em hêvîdarin ko ev Elîfba bi Elîfbaya Seydayê E. Bozarslan alîkarîya hînbûna xwendina Kurdî bike.
Dibe ko diçapê de hin çewt û kêmansîyên me hebin. Em ji xwendewanên xwe yên delal hêvî dikin ko li me negrin.
10.11.1981 Almanya Rojava
E. Altunç |