Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Folklora Kurda


Nivîskar :
Weşan : Lîmûş Tarîx & Cîh : 2009-01-01, Yêrêvan
Pêşgotin : Rûpel : 170
Wergêr : ISBN : 978-9939-805-97-9
Ziman : KurdîEbad : 145x205 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. 4790Mijar : Wêje

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Folklora Kurda

Versions

Folklora Kurda

Hecîyê Cindî

Lîmûş

Evê berevokêda çend hikyat, kilam, meselên gelerî, xweşîpêkirinen (mesqeretiyên) Melle Nasredîn, ku Hecîyê Cindî ji zarê zarbêja berev kiribûn, cara yekemîn têne weşandinê.

Para "Taca bîranînê" da ew gotarên nû, ku sala 2008-a bi mûnesebeta 100 saliya ji dayîkbûna Hecîyê Cindî hatibûne nivîsarê û usa jî melûmetî derheqa konferansêd li ser Hecîyê Cindî hatin bi cî kirin.



Taca bîranînê, bi mûnesebeta 100 salya ji dayîkbûna
Heciyê Cindî

Rojek li gundê Hecîyê Cindî Yemençayirê

Rohat Alakon

Yemeçayir gelekî nêzîkî Zozanê me Nebîyurdê ye. Di navbera me de girek heye. Dema em di zarotî û xortaniya xwe de ji zozanê me diçûne bajarê Qersê, em pêşiyê di gundê Heciyê Cindî, Yemençayirê re, paşê di gundê nivîskar Wezîrê Eşo, Şirînkoyê re û dû re di gundê helbestvan Şikoyê Hesen, Şatiroxluyê re derbas dibûn. Ev hersê gund berê sê gundên kurdên êzdî bûn, wek sê bûkên bi xemil li dû hev rêz dibûn. Wan salan me nizanibû kurdên êzîdî li van deran hêwirîne, ev gund ji xwe re kirine helîn û star. Mehên baharê û havînê ev derdoran bi rastî dibûn bihuşteke derewîn. Gundiyan li van zozanan sê mehan di konên reş û çadirên spî de jîyaneke gelek romantik dibuhurandin, di navbera erd û ezmên de dijîyan. Yemençayir her wisa jî gundê hevalên Heciyê Cindî, gundê lêkoler Eminê Evdal (1906-1964) û nivîskar Cerdoyê Gênco (1904-1946) ye.

Heciyê Cindî piştî sala 1918an careke din gundê xwe Yemençayir nedît. Bi wê hesreta mezin, çawekirî çû rehmetê. Kesekî mayî ku qasî wî di bîranînên xwe de ewqasî bi dilşewat û bi evîneke kûr qala gundê xwe bike, tune ye. Di kerîkî van bîranînên xwe de wiha dibêje:

.....




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar