Editor : Avesta | Date & Place : 2002-01-01, İstanbul |
Preface : | | Pages : 184 |
Traduction : | ISBN : 975-8637-35-5 |
Language : Kurdish | Format : 125x195 mm |
FIKP's Code : Liv. Ku. 2317 | Theme : Politics |
Presentation
|
Table of Contents | Introduction | Identity | ||
Versions
Çil sal xebat di riya azadiyê de "Çil sal xebat di riya azadiyê de", xebata Ebdurrehman Qasimlo ya netemambûyî ye ku ji bo munasebeta çil saliya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hatiye amadekirin. Nivîskar bi du nasnaman; wek akademîsyenekî kurd û sekreterê giştî yê partiyê, difikirî ku dîroka PDK- Îranê di sê cildan de amade bike. Lê mixabin encex cilda yekem û beşê pêşî ê cilda duyem karibû binivîse. Di 13ê Temmuza 1989'an de li Viyana di hevdîtina resmi a bi rêvebirên Îranê re, li ser masa hevdîtinê tevî du hevalên xwe hate qetilkirin. Kitêb, gelek agahî û analîzên girîng li ser dîroka nêz a Îranê û Komara Kurdistanê dide. |
PÊŞGOTINA ÇAPA YEKÊ Ev, cilda yekê ya kurtiya dîroka Partiya Demokat a Kurdistana İranê ye ku em pêşkêşî xwendevanên hêja dikin. Fesla yekê ya vê cildê, piştî analîza şert û mercên tijî ji bûyerên beriya damezrandina Partiyê, pêwîstiya damezrandina partiyeke demokrat û şoreşgêr di sala 1324ê (1945ê zayînî) de radixe ber çav. Fesla duduyan jî, ji bo wan rûpelên zêrînî yên boriya neteweyê kurd e, ku ji temenekî gelek hevraz û nişûv a Komara Otonom a Kurdistanê ya di navbera salên 1324 û 1325an (1945-1946an) de pêk hatiye, tê amade kirin. Cilda duduyan a vê kurtedîrokê, ku li ser hev dibe çar fesil, behsa xebata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya di navbera salên paşvekêşiya tevgerê ya piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, yanî dewra dûr û dirêj a têkoşîna nehênî dike, ku tam 32 sal dom kir. Ev dema han bi serkevtina şoreşa gelên İranê ya di sala 1357 (1979)an dawî pê tê. Cilda sisiyan û dawiyê jî, dibe kurtedîroka sê feslan ku ji rêbendana sala 1357 (1979)an heta salvegera çilsaliya damezrandina partiyê, yanî heta meha gelawêja sala 1364 (1985)an pêk tê. Ev beşa dîroka Partiya Demokrat, ji bilî çend mehên xebata eşkere, ji şeş sal xebata çekdarî ya xwînavî ku niha jî her berdewam e, pêk tê. Em hêvîdar in ku di muddetê salvegera çilemîn a damezrandina partiyê de, cilda duduyan û sisiyan jî bên çapkirin û bigihin destê xwendevanên hêja. Ew notên ku li ber wan nivîskar hatine nivîsandin, bîr û baweriyên nivîskarê kitêbê ne. Mixabin, ji ber sebebê li ber dest nebûna çavkaniyan, mimkun nebû li her ciyekî, navê nivîskarên nivîsan, rûpel û salên çapkirina çavkaniyan bên nîşandan. Di nivîsandina cilda yekê de, gelek kesan alîkariya min kirin. Spas ji wan hevalên hêja re ku bi xwendina destnivîsan gelek aliyên nû yen bikêr ji min re ronî kirin. Her wiha spas ji hemî wan xuşk û birayan re ku di amadekirina destnivîsan de alîkariya min kirin. Spas ji hemî karkerên weşan û çapemeniyên partiyê re jî ku zehmeteke zêde ji bo çapkirina ve kitêbê kêşan. Bêyî alîkariya hemî ev kesên ku behsa wan hat kirin, weşandina cilda yekê ya kurtedîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di demeke evqas kurt û di şert û merceke wiha dijwar de pêk nedihat. Eşkere ye ku ji temamê van analîz û bîr û baweriyên di ve kitêbê de derbas dibin, tenê nivîskarê wê mesûl e. Daxwaza me ji xwendevanên hêja ew e ku çi bîr û rayên nû, rexne û pêşniyarên wan li ser cilda yekê ya vê kitêbê hene, ji weşan û çapemeniya partiyê re yan jî raste rast ji nivîskar re bişînin. Ji ber vê jî ez ji niha ve spasî van kesan dikim. Nivîskar Gelawêja sala 1364 (1985)an Not Di çapa duduyan a vê cildê de, hindi şaşiyên çapê hatin rastkirin û li çend ciyan ji ji ho zelalî û ronîkirina naverokê dest li kitêbê hatiye dayîn. Niviskar Cozerdana sala 1366 (1987)an Cilda yekan Destpêk Çil sal di dîroka partiyeke siyasî de ne demeke kêm e. Bi taybetî eger wê partiyê di van çil salan de xeta xwe ya giştî neberdabe û karîbûbe bi ser gelek zor û zehmetiyan de biser bikeve, roj bi roj bihêztir û binifûztir be, rêk û pêktir ber bi pêş ve biçe û li armancên xwe yên giştî nêzîk bibe. Nasîn an nasandina dîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di şert û mercên niha yên xebata me de, gelek pêwîst e. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, wek her bûyereke civakî, destpêkek wê heye, xwediyê şert û mercên taybetî yên damezrandina xwe ye û her wiha ji riyeke dûr û dirêj derbas bûye heta ku gihîştiye îro. Nasîn an nasandina dîroka partiyê, beriya hemî tiştî ji ber vê ye, ku em ji tecrûbeyên xebata gelê xwe û partiya xwe ders werbigrin. Du milên vê derswergirtinê hene: Milekî ew e ku em bi xwe ji hemî wan tecrûbeyên baş ku bi bihayekî gelek giran bi destê partiya me ketine, di rojên xebata xwe yên bên de îstîfade bikin, bi awayekî ku dîrok ne ... |