La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tarixa Edebyeta Kurdi


Auteur : Multimedia
Éditeur : Özge Date & Lieu : 1992, Ankara
Préface : MultimediaPages : 368
Traduction : ISBN : 91-7672011-X
Langue : KurdeFormat : 155x215 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Tarixa Edebyeta Kurdi

Versions

Tarixa edebyeta kurdi

Prof. Qanatê Kurdo

Özge


Qanatê Kurdo li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayik bûye. Di sala 1922an de, li bajarê Tilbîsê ji bo zarokên Kurd dibistanek vedibe. Qanat dibe şagirtê wê dibistanê. Di sala 1928'an de, ji bo xwendinê diçe Lênîngiradê (Pêtêrbûrg). Ew pêşî di fakûltêta karkira ya înstîtûta zimanên rojhilatê yên zêndî de dixûne, paşê xwendina xwe li ûnîvêrsîteya Lênîngiradê beşê ziman, dîrok û edebye tê pêş da dibe. Bi saya xebathizî, zên û rind zanîbûna zimanê dê, di demek kin de bala rojhilatzanên wek N. Mar, H. Orbêlî, A. Frêyman dikşîne. Hîn ku xwendkar e, dersê zimanê Kurdî dide xwedkarên ûnîvêrsîtêtê û bi xebata zanyariyê ve mijûl dibe. Li pey xwendina ûnîvêrsîtê, ew aspîrantûra ûnîvêrsîteyê de xwendina xwe berdewan dike. Sala 1941ê, di warê "Çêkirina fêlêd bargiranî di zimanê kurdi da" têza xwe ya doktorayê dike. Piştî şer, di înstîtûta rojhilatzaniyê de bi pirsên Kurd zaniyê yên cuda ve mijûl dibe û kûrsên zimanê Kurdî dide. Di sala 1959an de, piştî cihêkirina koma Kurdzaniyê ya li para rojhilatzaniyê ya înstîtûta Lênîngiradê ya zanyariyê bi salekê, Qanat dibe serokê wê komê û heta dawya jîyana xwe jî wî karî dike. Wî li dû xwe bi sedan xebatên Kurdzaniyê yên bingehîn û giranbiha hiştin. Di 31 oktobira 1985an de, li Lênîngradê, 76 salî çû ser dilovaniya xwe…



PÊŞGOTIN

Hukmetên stemkar yên cîranên kurd her çar alîya dora kurdan girtine, Kurdistan kirine girtîxanê, kurd qeyd û cîdar kirine, bi sala û zemanan xwestine û dixwezin kurdan li nav xweda bifetisînin, bihelînin, ruh û canê kurdewerîyê ji dil û hinavê wan derînin, wan bêhiş û bêsewda bikin, wusan bikin, ku ew zmanê dayka xwe şîrin, zmanê xwe zikmakî biterkînin, ji bîr bikin, tarîxa xwe, tarîxa medenyet û sa ristanîya xwe nizan bin; Hukmetê stemkar bi vir û fistona kurda dixapînin, navê "Tirkên çiyayî", "Farsên çiyayî" û navê "Erebê paşketî û koçer" li wan kirine, ew bê maf kiri ne, mal û canê wan dixun, welatê wan talan û tajan dikin. Lê eva yeka heta hetayê nakişîne. Niha zeman li dinyayê hatiye guhastinê, niha ne mîna berêye, niha zemanekî din hatîye, niha her milet hişyar bûye, gelek milet serbest bûne û bi azad û bi serbixwe dijîn. Miletê kurd jî hişyar bûye, rabûye ser xwe, dixweze ew jî serbest û azad bijî, Kurdan jî xwe nas kiriye, neteweyê kurd, çi kurmanc, çi soran, çi zaza, û çi guran, gişk bi xwe hesiyane, xwe nas kirine û bi zûva ew haj pê bûne, îda dizanin ew kîne, çi ji wanra lazime. Ew haj pê bûne, ku ji wanra lazime yekîtî, azadî û serxwebûn. Ku bigihijne vî merem û mebestî, miletê kurd niha dest bi rewşenbîrkirinê kirîye. Di pirsa rewşenbîrkirinêda, di pirsa xwendewerîyêda pirsa here bi qîmet, hêja û nirx ew pirse, ku miletê kurd pê hesiyaye, baş dizane, ku ew miletekî serbixweye, ku zmanê kurdî zmanekî xwerûye, ku tarîxa kurda, medenyet û şaristanîya wan xwerûne û serbixwene. Niha her mêrekî kurd, her jineke kurd dixwezin tarîxa miletê xwe, ya edebyeta xwe bi zmanê dayka xwe şirin bi xûnin. Li nav civîn û komên xweda gelek caran xort û keçên kurd pirs dikin: Ji kurdan kê, kengê û çi di tarîxêda kirîye: Kê bûye xemxur, şerker û têkuşerê miletê kurd? Bersiva van pirsan li tarîxa edebyetêda tê gotinê. Di tarîxa edebyeta kurdîda tê ber çavan, ku li nav sing û berê çiyayên Kurdistanêda gelek mêrên çê, gelek camêr, zanyar, hozan û şêrbêj û helbestbêj derketine, ku di tarîxêda ji nav neteweyê kurd mêrên delîr, qehreman hebûne, tiştên wusa rind û hêja efirandine, ku merivên niha jê ecêb mayî dibe. Ku xwendkar û xwendevanên me delal haj wan hebin, divêt zanyar û ulmdarên kurdan di vê pirsêda arîkarî wan bikin, di vê pirsêda berpirsyarin edebyenasên kurd, divêt ew vî îş û karî bidne ser milê xwe û tarîxa peydabûn û pêşveçûna edebyeta miletê kurd binivîsin, ku xort û keçên me bi başkirin û çaktirîn bixûnin, pê bihêsin û bizanbin li tarixêda ji neteweyê kurd kê, li kîderê, kengê û çi kiriye, çi nivîsîye û gotiye bo xatirê azadî û serbestîya kurd û Kurdistanê bo xatirê yekitî û hevkarîya qebil û eşîrên kurdan, bo xatirê serbestî û serferazîya wan, bo xatirê hevdestî, hevkarî û aşîtîyê li nav neteweyên Rohilata Pêşin û Navînda. Gelek pirsên tarîxa miletê kurd her di tarîxa edebyata kurdî da aşkera û e'yan dibin, sebeb vê yekê min biryar kir weke zanîna xwe, weke fehmê xwe tarîxa edebyeta kurdî binivîsim. Çaxê min kitêb û pertok û niviştok derheqa vê pirsê da xwendin, ez pê hesiyam, ku niha du form, du liqê edebyeta kurdî hene: edebyeta bi zaravê kurmancî, edebyeta bi zaravê soranî. Min wusa jî fehm kir, ku piranî kitêb, pertok li ser tarîxa edebyeta kurdî bi zaravê soranî hatine nivîsandinê, ku heta niha bi kurmancî qet xebatek derheqa tarîxa edebyeta kurdî da çap ne bûye, ku kitêbên çapkirî derheq wê da, gişk bi herfên erebî, soranî çapkirîne. Ew kitêb ev in: Aladin Secadin, Mêjûy edebî kurdî; Refîq Hîlmî, Edebî kurd; Kerem Şareza, Koyi û şarekanî û çend kitêb û pertokên din. (Binêre, rûpêlê "Lêgerîna edebyeta kurdî li Îraqêda"). Di van kitêb, pertok û nivîştokanda her bi tenê derheqa şêrbêj û helbestbêjên soranda hatîye gilîkirinê. Her di kitêba Aladin Sicadînda çend gilîyên kurt li ser Meleyê Cizîrî û Ahmede Xanî hatine nivîsandinê û çend perçên şêrên wan di kitêba wî da hene. Di kitêba Maruf Xeznedar da jî ya bi rûsî hatîye çapkirinê, her hine xeber li ser nivîsarê Cegerxûn û Qadrîcan hatine nivîsandinê. Herçend xort û keçên me derva zmanê rûsî nizanin, ew nikarin wê kitêbê jî bixûnin û faydeyê jê wergirin.

Di xwendina kitêb, pertokên derheqa edebyeta kurdîda, yên bi zaravê soranî hatine çapkirînê, meriv wusa tê fehmkirinê, ku her bi tenê edebyeta kurdî bi zaravê soranî dewlemende. Bi rastî gotî, eger em baş lê bigerin, emê pê bihesin, ku edebyeta kurdî bi zaravê kurmancî jî dewlemend e, ku ew lîtêratûra kurdî ya klasîkî bi zaravê kurmancî û guranî gelek dewlemend bûn, ku edebyeta niha bi kurmancî bere bere bi gavên fire pêşda diçe, bere bere ciyê xwe layq digire, mîna soranî pêşva diçe.

Sala 1980 li Bexdadê kitêbeke mezin zanyarê kurd Sadiq Behadin Amedî çap bûye. Navê wê kitêbê "Hozanêt Kurdî"ye. Eva kitêbeke baş e û gelek bi nirx e, bi zaravê Behdinanî, herfên erebî li ser şanzde şayirên kurd hatîye nivîsandinê. Tê da jînengarîya wan û nimûnên şêrên wan çap bûne. Xên jî şayrên bi navdar û e'yan (Elî Herîrî, Feqê Teyran, Meleyê Cizirî, Ahmedê Xanî, Pertewê Hekarî) Sadiq Behadin Amedî nav û nişanên jinengarî û nimûnên şêrên di kitêba xwe da navê donzde şayirên nehîya Behdinanê nivîsîne. Navê wan evin: Mele Mensûr (1417-1490), Xalîd axa Zehar (905-974), Mela Husêyn Batêy (ji Hekariyê, 1417-1475), Bekir beg Erzî (1867 hatîye dinyayê), Şêx Nuredîn Brîvkanî (1791 hatîye dinyayê), Şêx Tahayê Mayî (1844 hatîye dinyayê), Huseyn Bamernî (1868 hatîye dinyayê), Şêx Xeyatêdîn Neqşbendî (1890-1944) Mela Enver Mayî (1913 hatîye dinyayê), Taha Goş (1918 hatî ye dinyayê), Ahmed Enver Neqşbendî (1891 hatîye dinyayê), Taha Ruşdî (1912 hatîye dinyayê). Jinengarî û parçên nimûnên şêrê wan di kitêba Sadiq Behadinda hatine çapkirinê, sebebê vê xort û keçên me niha, yên vî zemanî nikarin kitêba wî bixûnin û faydeyê jê hildin. Min li pêşîyê xwest matêrîalê kitêba wî jî bikme kurmancîya jorîn û bi herfên latînî binivîsim û çap kim. Lê paşê min dîna xwe dayê, ku xebata min bi tomerî wê gelek wext bikişîne. Min dest jê kişand, eva xebata nekir. Min wusan jî destê xwe ji nivîsandina xebata "Tarîxa Edebyeta Kurdî" bi tomerî kişand. li şûna wê min biryar kir her bi tenê derheqa şêrbêj û helbestbêjên here mezin û bi navdar binivîsim, derheqa wan şêrbêjanda binivisim, yên li gulistana şayirên kurdanda têne hesabkirinê mîna gula geş. Min ew gul ji sedan gulên gulistana şêrbêjan hilçandin û derheqa wan û efirandina wanda di vê xebata xweda nivisandin. Ji ber vê min navê xebata xwe kiriye "Gulçîna gulistana şêrbêj û helbestbêjên kurdan". Eva nava nîşan dike, ku ji gulistana şayîrên kurdan gul hatine çinînê, gulê here geş, ku her şayirek guleke geşe bi navdare, gişk bi tevayî baxê gulistanêne. Bi rastî gotî min hemû gul ji wî baxî çinîne; Di wî baxîda sedan sed gulên bînxweş, gulgeş hene, min nikar bû derheqa wan gişkanda binivîsîya, nav û nîşanê wan û nimûnên efirandinê wan binivîsîya û banîya ber çavên xwendekar û xwendevanên delal. Ez lava ji wan dikim vê kêmasî ya min bibaxşînne min. Ez hîvîdarim, ku li paşî vê xebata min zanyar û hozanên kurda wê rabin û bi şarezetîya xwe gulistana hemû şayîr û helbestvanên kurd binivîsin û xezna şayirên me nişan bikin.

Eva xebata min parçeke ji wê, dibe bibe hêlan û heyecan bona nivîsandina tarîxa edebyeta kurdî bi tomerî.

Eva xebata min pareve dibe ser sê paran (parçan):"Tarixa edebyeta kurdi bi kurteberi". Eva parça pareve dibe ser : 1) Tarixa lêgerîna edebyeta kurdî li nav kurdanda û li Rûsistanêda, 2) Rola (lîska) kovar û rojnameyên di tarixa lêgerina edebyeta kurdîda, 3) Melûmetiyên Şerefxan Bitlî sî û Evlîya Çelebî derheqa zanyar, hozan û şayîrên kurdan da, 4) Lêgerina edebyeta kurdî li Iraqêda.

Li dû vê xebat pareve dibe ser du parçên mezin : Şayir û helbestvanên kurmancî, Şayir û helbestvanên soranî. Di para yekêda her bi tenê gilî li ser jînengarîya şayir û helbestvanên kurmancî têne gotinê, yên li berê şêr û helbestên xwe bi herfên erebî nivîsîne. Min şêr û helbestên wan wergerandine ser herfên latiniya kurdî.

Di para duduwanda gilî li ser wan şayir û helbestvanên soranî tê gotinê, yên efirandinê xwe bi herfên erebî û zaravê soranî nivisîne. Min şêr û helbestên wan guhêrandine ser kurmancî û bi herfên latînî nivîsîne. Li vira divêt ez bêjim, ku ez xwe hesab nakim şayir û helbestvan; Min şêr û helbestên şayir û helbestvanên soranî weke (qasî) fehmê xwe, qasî zanîna xwe bi kurmancî li hev anîne, wusan guhêrîne, ku fikira wan, mezmûn û naveroka wan mîna berê bimîne, neyê guhastinê, ew çawan hatine nivîsandinê, wusan bi herfên latînî bi kurmancî hatine nivisandinê, ku xwendkar û xwendevanên me delal karibin wan bixûnin û haj efirandinên şayîr û helbestvanê soranên birê xwe bin, haj dewlemendiya edebyeta neteweyê xwe bin. Ev bû merem û mebesta min, çaxê min dest bi nivîsandina wê xebatê kir, min dît; sazmanîya kevnejîyîna kurda civakî, nexwedewerî û paşvamayina kurdan, dûberekîya qebîl û eşîrên wan. Deşt û dol, çiya û banî û daristanên wane bi tirs û xof û xeter, reng û rûyê halê wanî hêsîrî û bindestî, rojên wane reşe tarî, şevên wane bê amin, mûftexûrî û zordarîya derebegên kurdan (axa, bega, şêx û pîran), stemkarîya bûrjûwazîya hukmatên zevtkar, û rê û dirbên azadkirina pale, gûndî, rêncber û karkerên kurd ji bin nîrê kolonîyê eva gişk di şêr û helbestên şayirên meda bi xeber xweşi û xweşbêjî hatine nitirandnê û xemilandnê. Ew hemû di efirandinên wan da têne ber çavan û hergav nîşanî me dikin çi li nav sedsalîya 18-19'da û li nav sedsalîya bîstanda hatîye serê kurdan. Her şêreke şayirê kurd, her helbesteke wan, yên vê gûlçinê, şîretê, temiyê û wesîyeta li xort û keçên kurd dikin, ew gazî wan dikin bi xîret bin, nîrê azadkiri na kurdan û barê serxwebûna wan bidne ser milê xwe.

Eva mezmûn û naveroka efirandnên piranî şayirên vê gûlçîna min.

Li nav vê gulçîna Gulistana şêrbêj û helbestbêjen kurdda hine şerbêj û helbestbêj hene, yên ku efirandinê xwe li ser evîna xwe, dildara xwe û dilketîya xwe nivîsîne. Mese le, Elî Herîrî, Pertew beg Hekarî, Nalî, Edeb Misbah, Wefayî û çend kesên din di şêr helbestên xweda ji birîna evînê, dildarê, dilketîyê yan dikin ah û zar, yan ji xeman dikişînin, dibêjin ew dûrin ji evîna xwe, destê wan nagihîje wê, dildar û dilketîya wan haj derdê dilê wan nîne ew bêûmûd hiştine, gûh nadine ah û zarê wan. Her li efirandinên Meleyê Cizîrîda, Xerîqda şêrên têkel (tev hev) yên dildarîyê û sofîtîyê hene. Lê dîsan eger em bi kûr û dûr dîna xwe bidne ser efirandinên wan, emê di wanda rêzên sosîalî bibînin, rastî rêzên ayîn û jîyîna kurdan ya civakî bên.

Barê xeberan (xeberbarîya) şêr û helbestên hemû şêrbêj û helbestbêjên vê gulçînê ne mîna hevin. Piranî şêr û helbestên wan rehet û hêsa têne fehm kirinê. Her bi tenê şêrên çend kesan giran têne fehm kirin. Ew ji ew şêrên, yên ku têda gelek xeberên erebî hatine xebitandinê, yan jî di bin bandûra zmanê beyanî hatine nivîsandinê. Di vî werêda em dikarin bêjin hine şêr û helbestên Meleyê Cizîrî, Edeb Misbah, Nalî, Wefayî û çend kesên din bi vî cûreyîne.

Di kutabûna pêşgotina xweda ez dixwezim bêjim, ku di gulçîna gulistana şêrbêj û helbestbêjên kurdda min her melûmetîyên kurt derheqa sî û çar şêrbêj û helbestbêjanda nivîsîne, navê gelekan li vira ne hatîye nivîsandine. Şêrbêj û helbestbêjên me yên klasîkî û zemanê niha gelek gelekin. Navê gelek şêrbêj û helbestbêjên kilasîkî (yên guranî û karmancî) aşkera ne baye, em nizanin, lê navê çend şêrbêj û helbestbêjên niha em dizanin, me bihîstîye, mesele, Hêmin, Kamûran, Fayq Bêkes, Ebdûla Peşêw û Sebrî Botanî gelekên din. Eger em navê wan tev navê din jî bi yeko yeko binivîsin, wê dirêj be û gelekî bikişîne, bi tomerî nivîsandina navê hemû şêrbêj û helbestbêjên kurd eger bi yeko yeko bê nivîsandin, wê bibe kitebekê. Bira eva jî bibe îş û karê merivêkî din, merivê bi xîret, xîret bixebite, hemû melûmetîyan derheqa wanda kom bike, nav û nîşanên wan binivîse û bike kitêb, dilê xort û keçên kurd şad bike. Ez bawar dikim, ku ew rojê bê û wê wusa jî be.

Meha Avgûstê sala 1975 min dest bi nivîsandina vê xebatê kir, nav navara, bere bere û hêdî min ew dinivîsî. Sala 1981 meha İlûnê min ew temam kir.

Ez bi dil û can vê xebatê pêşkêşî rêdaksîona "Roja nû" dikim, ku ew wê çap bikin bona xwendkarên kurd, bona karker gundî û rencberên kurd.

Qanatê Kurdo
25/VI/1982 - Leningrad




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues