VersionsRya Teze, N° 44 (656) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 45 (657) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 46 (658) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 47 (659) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 48 (660) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 49 (661) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 50 (662) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 51 (663) [Kurdî, Êrêvan, ]
Rya Teze, N° 52 (664) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 47 (659)
Mîroê Esed
Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê
Efrandina baza debrêye mihkem qewlekî lapî hîmlîye bona pêşdabirina heywanetzêdkirinê û zêdkirina hasiletdaîna wî. Rêspûblîka meda cêrgekolxoza wedekî kinda qedandine planêd şîrdaîna çêlekâ û hasiletêd maîn tenê bi saya wê yekê, wekî wededa bi xemxurîke mezinva hatibû efrandinê baza debrêye mihkem. Çewa mesele dikarin bên anînê kolxoza Canfîdaê li nehîya ... Hejmara îro da
- Wede topkirina debrêyî cavdar / 1 - Xevtandina energia atomîê bi meremê edilî / 2 - Kolxozvan şerkarîê dikin bona hasildaîna bilind / 3 - çûîna dêlêgatsîa parlamênta sûrîaê li Moskvaê / 4
WEDE TOPKIRİNA DEBRÊYÎ CAVDAR
Efrandina baza debrêye mihkem qewlekî lapî hîmlîye bona pêşdabirina heywanetzêdkirinê û zêdkirina hasiletdaîna wî.
Rêspûblîka meda cêrgekolxoza wedekî kinda qedandine planêd şîrdaîna çêlekâ û hasiletêd maîn tenê bi saya wê yekê, wekî wededa bi xemxurîke mezinva hatibû efrandinê baza debrêye mihkem. Çewa mesele dikarin bên anînê kolxoza Canfîdaê li nehîya Hoktêmbêryanê, ya Ênî Yolê li nehîya Gukasyanê, ya Noraşênê li nehîya Stêpanavanê û êd maîn.
Niha pêra gihîştîye wedekî lapî cavdar bona efrandina baza debrêye mehkem.
Bona gîhadirûnê bihaye her rojek.
Himberî sala parkirî îsal kolxozêd rêspûblîkayê hela hê bi teşkîldarî dest bi berevkirina debrê kirine.
Lê gerekê bê gotinê, wekî bi temamî kolxozêd rêspûblîakeda hela hene gelek kêmasî di dereca berevkirina debrêda. Kêmasîke lape berbiçev ewe, wekî çend nehîêd rêspûblîkaêda (Alavêrdî, Vêdî û êd mayîn) îdî destpêbûye nandirûn, lê hela nehatîye qedandinê plana embarkirina debrê. Gelo mecal tunebûn bona wê yekê, wekî xevatêd sîloskirinê û gîhadirûnê van nehîyada xilazkirina berî destpêbûna nandirûnê? Hilbet hebûn. Neynesîya paşdamaîna şuxulê gîhadirûnê ewe, wekî SMT-ê nehîya Alavêrdîê, Vêdîê û usa jî Artaşatê wededa bi temamî nedane xevatê qewata mêxanîzatssîaê, kolxozada rind nehate teşkîlkirinê xevata kêlendîkêşa û êd maîn.
Nenihêrî wê yekê, wekî îsal gîha zû gihîştîye û himbeerî sala par dikarbû zû bihata destpêkiriê xevatêd gîhadirûnê, lê gelek kolxozêd Stêpanavanê, Aparanê, Nor Bayazêtê rojbiroj existin destpêkirina gîhadirûnê û heta niaha hatîye çinînê gelek hindik mezîlêd gîhê.
Nehîya Qapanê ji 1954-ê salê 1-ê oktyabrê heta 1955-ê salê 1-ê îyûnê ji her çêlekekê stendîye 345 kîlogram şîr. Çewa em dinihêrin eva reqema şîrdaînêye gelek nimize respûblîkaêda. Kîjan bû neynesîya vê? Neynesîya wêye hîmlî hesavdibû kêmasîya debrê wêde zivistanê. .....
Mîroê Esed
Rya Teze, n° 47
Riya Teze
Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Riya Teze, N° 47 (659) Pêncşem, 14 Îyûlê, sala 1955 Redaktor Mîroê Esed A. Tarvêrdyan M. Şabanov V. Arsênyan Î. Artêmov
Adrêsa rêdaksîaê: Êrêvan, soqaqa Alavêrdyan N° 46, têlêfon 2-07-78. Vf 11430
Neşirxana N°2, serwerya sere, ya senaya-polîgrafîê û neşîreta ya Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê, Êrêvan, soqaqa Knûnyants N°8
|