Kurdî Kurmancî, pirtûka xwendin û hîndariyê 2
Evdila Dirêj
Dilop
Li ser însiyatîfa xwendekarên dibistana bilind a Alice Salomon ji sala 2009 an ve kurdî girt nav bernameya xwe ya zimanên biyanî û nivîskarê vê pirtûkê jî, mîna mamoste qezenc kir. Mamoste Evdila Dirêj ne tenê dilsoz û mamosteyekî rêzdar e di dibistana bilind a Alice Salomon de, herwiha bi amadebûna xwe ya dilxwaz, lêkolîner û derfetçêker e jî.
Pirtûka hînbûnê ya nû ya Evdila Dirêj ji bo cûrbicûr grûban e. Pireyeke di navbera niştecî û koçberan de, ku kurdên ji herêmên cuda, ziman û zaravên kurdî û nifşeyên koçberan bi hev re dihonîne û bi rastiya peyvê alîkariya ferasetê dike. Pirtûk bi vî awayî di navbera koçber û zarokên wan en li vê derê nûgiha de pireyek e. Ji ber ku zimanê wan ê devkî bi rêya alfabeya latîniya ku zarok ji dibistana li Almanyayê dizanin, bi şêweyê xwe yê nivîskî jî, fêm dikin û ev yek ne tenê nasnameya wan a civakî-çandî, herwiha derfetên cot-çandiya malbatan jî xurt dike. ... |