Versions- Nûdem, hejmar 2 [Morgongåva, 1992]
- Nûdem, hejmar 3 [Morgongåva, 1992]
- Nûdem, hejmar 5 [Morgongåva, 1993]
- Nûdem, hejmar 6 [Morgongåva, 1993]
- Nûdem, hejmar 9 [Järfälla, 1994]
- Nûdem, hejmar 10 [Järfälla, 1994]
- Nûdem, hejmar 11 [Järfälla , 1994]
- Nûdem, hejmar 15 [Järfälla, 1995]
- Nûdem, hejmar 16 [Järfälla, 1995]
- Nûdem, hejmar 18 [Järfälla, 1996]
- Nûdem, hejmar 21 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 22 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 24 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 26 [Järfälla, 1998]
- Nûdem, hejmar 28 [Järfälla, 1998]
- Nûdem, hejmar 29 [Järfälla, 1999]
- Nûdem, hejmar 34 [Järfälla, 2000]
Nûdem Kovara hunerî, edebî û çandî,
Ji bo kekê Mûsa Anter
Yaşar Kaya
Li darê dinê de tu tiştî wekî wêna kekê Mûsa Anter di nav sedya mirinê de dilê min neşewitand. Rûyê wî yê spî di nav xwîna sor de mabû. Agir bi min ket, solên wî di lingên wî de nebûn, lê belê li cem wî bûn. Te digot, ew nemiriye, radizê. Gelo ev çi neyartî, çi zordestî, çi hovîtî bû! Min bi xwe, ji xwe re got, "êdî kekê Mûsa tune. Ça ku ez di nav cîhanê de tenê, bê xweyî û bêxwedan mame..."
Mim li gelek ciyan got; kurdan kekê Mûsa nas nekir. Kurd divê ji bo wî gelekî bixwînin û binivîsînin di jiyana wî ya bêhempa de gelek alî ji bo welatparêziyê, ji bo fikrên netewayî, ji bo xebata şoreşgerî, dîrokvanî û niviskarî, feylesofî û derwêşî hene. Derwêşiya wî ji sebra wî dihat. Wî gelek mekteb û medrese dîtibûn. Ew zane bû, pispor bû. Di deh pêçiyên wî de deh huner hebûn. Di rojnameyeke tirkî de, bîranîneke wî derketibû, di wir de digot ku; "ez, Faîq Bucak, Remzî Bucak, Ziya Şerefhanoğlu, Dr. Yusuf Azîzoğlu, em hatine cem hev, me armanca xwe kire yek, me partiyeke dizî damezirand. Me navê wê jî danî 'Partiya Xilasbûna Kurdistanê', sal jî 1945 bû." Bi kurtasî gotina wî weha bû. Min rojname xwend û ez êvarê çûm mala wî, min got, "kekê, ji bo çi te tiştekî weha nîşan kir û bala mirovan kişand?" Wî jî weha got, "birayê min, ev heval hemû çûne ber rehma Xwedê. Ez tenê mame. Ew hez dikin, bila min jî bikujin, xem nîn e. Lê belê mirin nêzîk e, ez ê bimirim. Hûn ê ji kuderê bizanibin ku tiştekî weha heye? bila qet nebe, di dîroka me de derbas be. Ev ji kuştina min hêjatir e. Hûn jî bizanibin, baş e." Heta nîvê şevê me dan û standina xwe xelas kir û ez rabûm, hatim malê.
Eger meriv bikaribe hevpeyvîna wî û min a van bîst û pêne salan de binivîse, dibe weke 4-5 cîld pirtûk. Vê carê, beriya çûyîna wî ya Diyarbekra xopan, ez li nexweşxanê de radizam. Wî ji min re telefon vekir, mîna niha dengê wî di guhê min de ye; "Yaşar, bavê min, tu çawan î? Binê, ez ji te rîca dikim, henekeke sar bi me nekî ha!" Min got, "metirse, tiştekî dilê min tune. Do doktoran li dilê min ... |