Versions- Nûdem, hejmar 2 [Morgongåva, 1992]
- Nûdem, hejmar 3 [Morgongåva, 1992]
- Nûdem, hejmar 5 [Morgongåva, 1993]
- Nûdem, hejmar 6 [Morgongåva, 1993]
- Nûdem, hejmar 9 [Järfälla, 1994]
- Nûdem, hejmar 10 [Järfälla, 1994]
- Nûdem, hejmar 11 [Järfälla , 1994]
- Nûdem, hejmar 15 [Järfälla, 1995]
- Nûdem, hejmar 16 [Järfälla, 1995]
- Nûdem, hejmar 18 [Järfälla, 1996]
- Nûdem, hejmar 21 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 22 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 24 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 26 [Järfälla, 1998]
- Nûdem, hejmar 28 [Järfälla, 1998]
- Nûdem, hejmar 29 [Järfälla, 1999]
- Nûdem, hejmar 34 [Järfälla, 2000]
Nûdem Kovara hunerî, edebî û çandî
Esmanekî min heye ji stêrkan bargiran
Rojen Barnas
Esmanekî min heye ji stêrkan bargiran Esmanekî min heye lihêfa şevê Bi hûr û gir û piçûk û mezin Stêrkin hene lê Diçilwilin hêvîjen Diçirisin xwezîbij Li raserê meriv Di wê lihêfê.
Esmanekî min heye li wê Stêrkin hene d' şevên havînê Gava ku bipeyivîn bi zarê hal Û meriv bikeve berdestê wan Radikin dilê meriv, davêjin Davêjin binê bîra evînê.
Di wê bîrê da me hê jî Ji wê roja ku ketim dafikê Ne derya ye ku bi ajnê derêy Ne çiya ye ku bişêy hilkişî Bîra bêbinî ya meyê ye, Wisa ku Çendî vedpejilî, sermest Çendî jê vedixwî Bêtir serxweş î.
Esmanekî min heye ji stêrkan bargiran Û serxweşê evînê, dilê min Li berê rûniştiye Nitirvan. ..... |