La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwan, Gulzara Xemlandî


Éditeur : Ektra Date & Lieu : 2012, İstanbul
Préface : Seydayê XelatîPages : 200
Traduction : ISBN : 978-605-89217-3-3
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 4326Thème : Poésie

Dîwan, Gulzara Xemlandî

Dîwan, Gulzara Xemlandî

Mele Mistefayê Hilêliyê

Ektra


Bo Serok Mesûd Barzanî
Û bo Seydayê Mela Ebdullahê Xerzî
Û bo hemû mamostayê ol û mirovayî
Û bo miletê Kurd tevayî û bo şehîdên

Kurdistanê û bo çi kesê
Qencîya milet dixwaze û bo kesê
Riya rast digirin û rê didin
Ber milet û bi doza yekîtîya millet ba dikin
Binavê Yezdanê dilovan û mihriban

Naverok

Danêr rûpel
Diyarî
Pêşgotina Dîwana Hişyar
Bersîva bo Seydayê Mele Ebdula Mele Reşîd
Li Ser Jîyana M. M. E. Hişyar
Bi Navê Xweda
Qencî û Dana Xwedê
Vegera ji Guneha
Qesîde di Pesnê Pêxember ya Seydayê Batî
Pesnê Pêxember
Bi Hebûna Xwendinê û Xwendin Serketinê
Dana Evîn û Eşqê
Pesnê Mele Mistefa Berzanî
Qehremanîya Bav û Law
Mîr Bedirxan
Axaftin bi Pênûs re
Karê Dujmin
Jîna Bindestî
Pesindara Dîlber
Êşa Welat
Qedera Xweda
Dengê Kurdan
Gerdûna Dijwar
Kurdistan û Sedam û Emerîka
Mexapin Bi Hêza Dujmin
Welatê Min
Kurdistan Nexweş e
Nalîna Kurdistan
Stema li Kurdên Cizîrê
Ey Felek
Xapên Gerdûnê
Mêzebikin li Pîlanê Stemkara
Bibîranîna Dîroka Kurda
Felek Biderdê
Xortê Çeleng
Mizgînî
Xameî
Mirina bi Azadî
Ala Kurdistan
Gazina bo Welat
Şêrîna Dil
Mêranîya Kurda
Serhatina Kurdistan
Xezala Min
Dilzarim
Hişyarîya Milet
Gazina ji Bextê Reş
Nêçî li ser Felekê
Tevgera Neyaran
Can Firot
Daxwaza ji Mêcir Ingilîzî
Gulxermanê Gulîstan
Denbêjê Cîhan
Cejna Newroze
Rêzan ku Qijik bê
Daxwa a Ji Koma Yekîtîya Miletan
Pend li Mezina
Îşa Penceşêr
Gera Serbaz Dilşikêre
Şîyarbûna Dil
Milet Rabin
Yara Berzî ye
Yara Kubar
Dîlbera Reng Bextrê
Şerbeta Lelû Gotina
Êwerga min tu Nêne
Şêst Sal li Min Buhurî
Yara di Bircê de
Dira Meyxaneê
Ez û Yarê Bûn Temaşa
Serê Tîpa Hebîba Min
Hebîba Nazenîn
Xezala Delal
Axaftin bi Dîlberê re di xwu de
Ayina Bilbil bi Gul re
Dîlbera Çehvreş
Qîza Keleş
Yara Seyrangeh
Dîlbera Cegerpola
Dîlbera Şox û Şepal
Dîlbera Wek Fenere
Sala Nexweşîya min
Dîlbera Baxê Hêşîn
HebîbaDil
Evîdarê te me
Kurdistana Jibir
Ez û Kurdistanê Çûne Rex Canê Qencan
Kurdistan
Qêrîn
Şox û Şemala Dîlber
Kurdo Zû Rabe
Qesta Dîlber
Dîlberê Mestim
Tarîxa Biharê
Aşiq û Maşûq
Aşiqê Gulê
Şehlunda Şêrîn
Kurdistana Şêrîn
Baxê Gulan
Hişyar Bixem
Dujminê Welat
Derdê Bilbil
Welat Bûka Cîhan
Dîlbera Bûka Cîhan
Bijijk Abidîn
Hevalê Rêka Dûr
Serhildana Gel
Dildara Horî
Jinika bi Rûmet
Jinanîn
Kesê bê Dewlet
Kê me Daye Paş
Terîqa Neqşîbendî
Pesnê Şêx Ehmedê Xiznewî
Pesnê Şêx îbrehîm Heqî
Qesîda Şêx Mihemed Şefîq Heqî
Diaê
Melheq bi Zimanê Erebî ew Hindek Kurdî
Dilovanîya Xweda
Pesnê Seîdê Nûrsî û Seydayê Botî
Pesnê Seîdan
Dîroka Jîyana Bedîul Zeman
Pendên Mezinan
Nêçî Bav li ser Law
Hêvîdarîya ji Yezdan


GULZARA XEMILANDÎ Û MELE MISTEFA YÊ HÎLÊLIYÊ


Xwendevanên hêja, dema dîwana Seyadayê Mele Mistefa ya binavê Gulzara Xemilandî spartine min kû ez pêşgotina wê binivsînim û nêrîn û dîtina xwe li ser diyar bikim. Ez dilgeş û pir kêfxweş bûm. Lê min zanî kû ew barekî pir girane kete ser milê min. Ez pir kêfxweşbûm lewra dîwanek ji helbestên zanyarek mina Seydayê Mele Mistefa kû şayeste bibînin ji bo ez pêşgotina wê binivsînim. Ji bo min cihê rûrnet û şanaziyê ye lê gelo ez bikaribim vî barê giran hilgirim û ew durr û gewherên di wê deryayêda veşartî derînim û raxime pêş çavên xwendevanan. Min hêvîya xwe ji Xwedayê xwe qut nekir û dest avête xwendina dîwanê. Dema min ger û geşta xwe di dîwana Seyda da qedand min baş zanî kû bi rastî deryaye û ji çanda Kurd tijî durr û gewherên lê di kûratiya wê da veşartîne.

Gelo bi yek ger û geştekî ezê bikaribim xwe berdima nav gerînekên kûr û wan gewherên bihagiran jê derînim. Xwendevanên hêja dîwana Seydayê Mele Mistefa bi xwe gulzareke xemmlandiye çewa kû navê wê jî gulzare. Angû nav û navdayî wek hevin lewra çewa navê wê Gulzara Xemmlandîye ew bi xwe jî gulzareke xemlandîye. Hemî rengin sorgul û kûlîlkan têda hene. Deme merif li helbestên Seyda di nihêre hostayeke pir mezin di hûnandina helbestan da dibîne. Wê çaxê merif dizane kû Seyda; di zanîn, raman û di nivîsandina helbestanda pisporekî dema xwe buye û ji bo axa Kurdiatanê evîndarekî pir mezin û di hemî jiyana xweda bi êş û derdê welat ve jîyana xwe borandîye. Tim û tim bi derdê gelê Kurd êşîyaye û bi wî derdî tim qîr û hewar kiriye û divê rê da kar û xebateke bê hempa kiriye û bi pênûsa xwe ya pîroz ewî karê xwe yê pîroz û pir bi rûmet ji netewê Kurdara hiştîye. Dîwana Seydayê Mele Mistefa berhemeke evîndarîyê ye. Çewa Seyda evîndarê welat e her wisa evîndarê Seydayê nemir Mele Mistefa Berzanî buye û bi evîna wî û evîna welat da ji kûraya dilê xwe helbest nivîsandîye û hemî dem û gavê di kesera welat da jîyana xwe borandîye. Lê her çenda jîyana wî bi kul û keser borî be jî bes rûmetek pîroz li pey xwe hiştîye. Dema merif dîwana wî dixwîne ew rûmeta pir xweşik diyar dibe.

Ji ber kar û xebat wî dê Seydayê Mele Mistefa her tim bi rûmet bê bîranîn û ewê di nava gelê Kurd da nemir bimîne. Dilovanîya Yezdan li ser wî be wek tavîyê baranên baharan. Fermo hûn û Dîwana Seyda ya binavê Gulzara Xemilandî bi sirûdê bê deng. 28.03.2012

Seydayê Xelatî


Mele Mistefayê Hilêliyê

Dîwan
Gulzara xemlandî
Bi sirûdên bê deng

Ektra

Ektra Matbaacılıksye
Dîwan
Gulzara xemlandî
Bi sirûdên bê deng
Mele Mistefayê Hilêliyê

Amedekar
Mele Seîd (Seydayê Xelatî)

Çap
Ektra Matbaacılık Ambalaj
Davutpaşa cad. Güven iş merkezi
B blok no: 323 Topkapı - Zeytinburnu / İstanbul
Tel: 0212 567 51 63 Faks : 0212 567 51 64

ISBN : 978-605-89217-3-3



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues