MÎRZAYÊ BIÇÛK
Ji LÊON WERTH re Ez lêbuhurûnê ji zarokan dixwazim ku min ev pirtûka hanê diyari mirovekî mezin kir. Di destê min de behanek giran heye: Ev mirovê mezin di cîhanê de dostê min yê herî hêja ye. Behaneke min î din heye: Ev mirovê mezin dikare di her tiştî de ta di pirtilkên ji bo zarokan de jî bigihêje. Behanek min ya sisyan heye: Ev mirovê mezin li Fransayê diji ew lê birçî ye wî sar e. Ew bi hacet e ku mirov di ber dilê wî de bide. Eger ev hemû behanên hanê têrê nekin, ez dikarim vê pirtûkê diyarî zaroktiya wî bikim. Hemû mirovên mezin, pêşî, zaro bûn (lê belê piraniya wan vê yekê ji bir dikin.) Ez wilo jî diyariya xwe rast dikim dibêjim.
"Ji LÊON WERTH re gava biçûk bû." |