The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 10


Editor : Nûdem Date & Place : 1994, Järfälla
Preface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 1103-1964
Language : KurdishFormat : 160x235 mm
FIKP's Code : Liv. Ku.Theme : Literature

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Nûdem, hejmar 10

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Dêmê her edebiyatê bi pexşana wê xuya dibe

Tosinê Reşîd

Nûdem: Tu dikarî behsa dîroka edebiyata kurdên Kevnesovyetê bikî? Li ku û kîjan demê edebiyata kurdî li wir geş bû? Teşwîq ji ku dihat?

Tosinê Reşîd: Gava gilî tê ser edehiyata kurdên Kevnesovyetê divê em berî gişkî li ser edebiyata kurdên Ermenîstanê rawestin. Ji Ermenîstanê der çend kesan li Gurcistanê dinivîsîn, lê ew kes xelkê Ermenîstanê bûn, li Ermenîstanê xwendibûn, berhemên xwe li Ermenîstanê çap dikirin.

Destpêka salên 30'î çend çirûskan li Azerbeycanê jî xuya kir, lê Azeriyan bi lez û bi hovîtî ew çirûsî vemirandin.

Edebiyata kurdî li Ermenîstanê ji salên 30'î dest pê kir, hema em dikarin bêjin ji ronahîdîtina rojnama Riya Teze (adar 1930). Ev edebiyata bi biryara partiya komunîst û hukûmeta Ermenîstanê dest pê bûye. Ji ber vê yekê jî ne ku wan mirovan dest pê kir binivîsin, ewên dayina Xwedê bi wan re bû, merîfeta wan ya nivîskariyê hebû, lê hema kî xwendin û nivîsara kurdî zanîbû, di rê û dirbên çapkirina pirtûkan de jêhatî bûn.

Hinek ji wan bûne bela serê edebiyata me û heya îro jî em nikarin ji wan bifilitin.

Vê edebiyatê ji cihê vala dest pê kir, tu pêwendiyên wê bi edebiyata me ya klasîk û ya wê demê re tune bû. Lewma jî nivîskarên wê demê ji bo xwe wek mînak edebiyatên enneniyan û rûsan hildan.

Wan salan Erebê Şemo, Heeiyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Wezîrê Nadirî, Ehmedê Mirazî di nav edebiyata kurdî de cihên xwe girtin û berhemên xwe çap kirin.

Naveroka vê edebiyatê propoganda sosyalîzmê, jiyana nû û rexnekirina jiyan û erf û edetên kevin bû. Edebiyata kurdî wan salin bi tîpên latînî çap dibû.

Bi kêm û kurtiya ve tevayî, ev edebiyata ji bo duwarojê bû bingeh. Vê rewşê heta sala 1937'an dom kir. Wê sala reş ...


Table des Matières

Naverok

Rewşa edebiyata kurdî - Firat.Cewerî / 3
Dêmê her edebıyatê bi pexşana wê xuya dibe - Tosinê Reşîd / 6
Felsefe evîn bi xwe ye - Şerefxan Cizîrî / 11
Ez ji ber pêşeroja edebiyata kurdî ne xemgîn im - Nacî Kutlay / 15
Edebiyat divê di nava xelkê de bijî - Şahînê Bekirê Soreklî / 19
Pêşeroja edebiyata kurdî girêdayî pêşeroja gelê kurd e - Rojen Barnas / 23
Edebiyat ji no ve afirandineke estetîk e - Rohat / 26
Edebiyata kurdî xwe serast nekiriye - Hesenê Metê / 28
Her straneke kurdî romanek e - Mahmûd Baksî / 30
Roman hunera civatên pêşketî û moderne - Mehmed Uzun / 31
Du helbest ji - Arjen Arî / 40
Rêvingê bênav - Rojan Hazim / 41
Te bîra te - Mervanê Keleş / 47
Mir Celadet Ali Bedir-Xan - Sebrî Botanî / 50
Du helbest ji - Jan Dost / 53
Pythagoras - Mustafa Düzgün / 54
Sextiyan - Murathan Mungan, werger: Muhsin Kızılkaya, Mehmed Uzun / 57
Festîvala helbesta kurdî - Heyderê Omer / 63
Malva Sîmfoniyeke tari ye - Sîwan A. Mustafa / 71
Sê helbest ji - Necîb Balayî / 76
Ez û hez - Suut Kılıç / 77
Azadî - Kemal Akay / 81
Mela Mensûrê Gêrgaşî - Zeynelabidîn Zinar / 82
Rojnamegerıya kurda - Mehfûz Mayî / 84
Terorîst - M. Ali K. / 89
Fedî – Rojhat / 94
Karîkatorvanê kurd Eynat - M. Hemo / 95
Du klasîkên bi kurdî - Medenî Ferho / 96
Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan - Nacî Kutlay / 99
Smirnoff - Xelîl Dihokî / 104
Kurd û mîtolojî - Lokman Polat / 108
Romaneke sosyo-psîkolojîk - Rohat / 110




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2021
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals