VersionsEpîlog [Kurdî, Stockholm, 1998]
Epîlog [Kurdî, İstanbul, 2000]
Epîlog
"...Min xwendine, mîrê min. Yên me î malê jî zêde bi zimanên ciyê, bi babetên ciyê, ji niviskar û pênûsên ciyê min pirtûk xwendine û min lezeta wan hemûyan guvişandine nava ruh û hundurê serê xwe. Bi aheng û harmoniya helbestên wan ez bûme bayekî payizî û bi pêlên avên çeman herikîme, her girangotineke wan di devê min de bûye şekirekî şerabî û ez pê sermest bûme, mîrê min..." Naverok
Êş / 5 Nakokî / 65 Xocê Xizir / 74 Monsieur et madame N / 83 Panorama / 92 Welle / 105 Evîneke melodramîk / 112 Kubarname / 126 Yastar / 134 Prolog
Ji bo ku ev çîroka ha were nivisandin, wî bi bêjingan titûn ne kişand, bi kûpan şerabên kevnesalan venexwar, gund bi gund ne geriya û mijar berhev ne kirin, bi dehsalan li ser ne sekinî û lê hûr ne bû, wekî mirîdan çavên xwe ne girt û guhdariya aliman ne kir, li civatên eşîran rûnenişt tizbî di nava tiliyên xwe de li ba ne kir û mîna dengbêjan ne lorand. Bi gotineke din, Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê serpêhatiyê ev çîroka ha ne nivisand. Û wê şevê, dema ku wî qelûna pêşîn ji titûnê dagirt, dema ku agir berdayê û dûman bi ser xist, ku ez ne li ba wî bûyama, a di wê gavê de ku ez ne bi wî re bûyama, bi du hezar û du caran ez sond dixwim ku anuha ev çîroka ê ne di destê we de bûya. Lê dîsa jî, dîsa jî ez dizanim ku kesek ê bi van gotinan bawer neke lê... wek ku min got, di wê gavê de li ba wî deng tune bû, ronahî tune bû, wext tune bû, Xwedê tune bû, dunya li dora xwe çerx ne dibû. Û ev hat malê. … Epîlog Hesenê Metê
Çîrok Nûdem
Weşanên Nûdem 35 Epîlog Stockholm. 1998
© Hesenê Metê û Weşanên Nûdem Pergala bergê û rûpelan Nûdem Wêneya bergê: Rindê Çaçan Çapa bergê: Jakobsbergs Tryckeri Isbn: 91 88592-35 9
Box 177 177 23 Järfälla-Sweden Tel û Fax: 8-583 564 68 8-580131 62 |