Versions- Nûdem, hejmar 2 [Morgongåva, 1992]
- Nûdem, hejmar 3 [Morgongåva, 1992]
- Nûdem, hejmar 5 [Morgongåva, 1993]
- Nûdem, hejmar 6 [Morgongåva, 1993]
- Nûdem, hejmar 9 [Järfälla, 1994]
- Nûdem, hejmar 10 [Järfälla, 1994]
- Nûdem, hejmar 11 [Järfälla , 1994]
- Nûdem, hejmar 15 [Järfälla, 1995]
- Nûdem, hejmar 16 [Järfälla, 1995]
- Nûdem, hejmar 18 [Järfälla, 1996]
- Nûdem, hejmar 21 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 22 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 24 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 26 [Järfälla, 1998]
- Nûdem, hejmar 28 [Järfälla, 1998]
- Nûdem, hejmar 29 [Järfälla, 1999]
- Nûdem, hejmar 34 [Järfälla, 2000]
Nûdem Kovara hunerî, edebî û çandî
Destpêka Şerefnameyê
Şerefxanê Bedlîsî
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Destpêka gotara min bi sipasî ji wî Xwedayî re dest pê dike ku pesnê Wî bi dilekî ronak ve wek roja bi tîrrij erd û asîman ronî dike, ew Xwedan şukir û senayê ku hemû payeberz û serbilind li ber dergahê Wî destpençe û sernizm disekinin.
Ew, karmendek e ku: firaxek nalînê ji bo pena û pêsîrê giyana Adem ji heriyê çêkiriye, bi tîna tîrêja merhemeta xwe hişk kiriye û bi çav li ser gerandinek wisan rêk û pêk kiriye û ewqas rêz lê girtiye ku, layîqê meclisa baregahê pir şukur û sena ya Wî be û li ber pêckên textê Yezdan de bi qedir û hêja cî jê re veqetandiye.
Ew, hunermendek e ku: di axa reş a şilekî de xêr û bereketek wisan rijandiye ku bi hezaran hezar barên mirarî û cewher di bazara durrnasan di muqabilê wê de ne tiştek bin.
Ew, baladestek e ku: ew padîşah, xan, beg, serdar û serwerên bi pozbilindî, kibîrî û şanazî xwe bi ser bindestan radigirin û henekan li ha û li wir dikin, li hemberê hêz û desthilata Wî rût, pût û bêser û ber in. Ew parsek û bêpenayên ku bi çavên çakî li destê bexşînder ê Xwedayê tîk û tenê dinêrin û destên niyazan tenê ber bi baregaha Wî ya şukurdar bilind dikin û ji Wî pê ve karên wan bi tu kesê hel nabe û her tenê Ew e baregaha wan a dawiyê. Ger çendîn bi şiklî û bi dêmen, bê paye, bê ser û ber, şeperze û perîşan in, lê di rastiya xwe de padîşahên serbilind û dilxweş her ew in.
Bi zanatî hinekan wek bi demî bilind dike, bi ser civakan de datîne û ji bo ceribandinê, rîsê wan têrba dike, demek pişta xwe dide wan. Di netîcê de Melekê Mirinê ji wan re dişîne, wan ji meclisa jiyanê dertêxe û ber bi gora cîhanê ve dişîne û wan dispêre gora tengeber û sar. Di roja pirs û hesabê de qenc û xerabiyên wan ji wan dipirse û li ber dadgeha xwe ya bilind bêşermî û bêkêmasî başî û xerabiyên wan ji wan re dihejmêre, sax û qahîman ... |