Melayê Cizîrî Dîwan
Fırat yayınları
Fırat yayınları: 15 Şiir dizisi: 3
Kapak: Umut Germeç Baskı: Gül Ofset
Genel dağıtım : Fırat yayın - dağıtım Divanyolu cad. Binbirdirek işhanı no: 15 Sultanahmet - İstanbul Tel: 5160591 Far. 5188415
Melayê Cizîrî - Mela di 1570'î de li Cizîra Botan hatiye dinê. Pêşî wî li cem bavê xwe xwendiye. Piştre ew çûye Diyarbekir û li gundekî bi navê Sitrabas li cem Mele Taha xwendiye û jê destûrnameya xwendinê wergirtiye. Mela piştre çûye li gundekî bi navê Sirba yê Diyarbekir meletî jî kiriye. Û dûre ew ji wir çûye, di Xwendegeha Heskîfê de ders daye feqiyan. Piştî demekê Mela ji wir çûye Cizîrê û di Mizgevta Sor de dersdarî kiriye, heta ku di 16401 de çûye dilovaniye xwe. Niha gora Melê ya pîroz, di binê Mizgevta Sor de ye û pîrozgeha Kurdan e.
Pirtûka Melayê Cizîrî ya herî menşûr, ev Dîwan e. Belam berhemên wî wekî din hebin nebin me ageh jê nîne. Lê gelek helbestên wî hene ku ne ji yên Dîwanê ne û li nav xelkê belav bûne. Her beşeke Dîvanê bi serê xwe zanistiyek e; ji tarîxê heta felsefê, ji barbariya Cengiz û Tîmûrleng heta teoriye Iqlîdes û Istoqusê Yûnanî, ji astronomiyê heta tevgera dinyayê û ji gelek tiştên wisa yên din behs dike. Erê Dîwana Cizîrî di ware zimanê kurdî de jî, gencîneyeke pir dewlemend e.
Berhemên Zeynelabidîn Zinar: 1 - İşkencede 178 gün, bi zimanê Tirkî, Komkar, Köln 1, 1987, rûpel: 240. 2 - Xwençe cild I, gotinên pêşiyan, kilam, dîlok û çîrok, weşanxana Çanda Kurdî, Stockholm, 1989, rûpel: 287. 3 - Xwençe cild II, kilam, dîlok û çîrok, weşanxana Çanda Kurdî, Stockholm, 1990, rûpel: 285. 4 - Xwençe cild III, kilam, meselok û çîrok, weşanxana Çanda Kurdî, Stockholm, 1991, rûpel: 297. 5 - Xwençe cild IV, kilam, lavija mesîh, meselok û çîrok, Stockholm, 1990, rûpel: 262. 6 - Xwençe cild V, kilam, meselok û çîrok, Stockholm, 1991, rûpel: 297. 7 - Nimûne ji gencîneya çanda qedexekirî, Stockholm, 1991, rûpel: 377. 8 - Mîrate, leyztikên zarûkan, ji çapê re hazir e. 9 - Çarmix, helbestên işkencê, ji çapê re hazir e.
Pirtûkên klasîk yên ku Zeynelabidîn ji tîpên erebî wergerandine tîpên latênî: 1 - Nûbar, Ehmedê Xanî, RN, Stockholm, 1986, rûpel: 75. 2 - Mewlûd, Mele Ehmedê Bateyî, RN, Stockholm, 1987, rûpel: 63. 3 - Nehc-ul enam, Mele Xelîlê Sêrtî, weşanxana Kurdistan, Stockholm, 1988, rûpel: 54. 4 - Dîwana rûhî, Ş. Evdirehmanê Axtepî, JN, Uppsala, 1988, rûpel: 125 (bi alikariya hevalekî). 5 - Mirsad-ul ethal, Ş. Kerbela, JN, 1988, Uppsala, rûpel: 175. 6 - Iqdê durham, Ş. Eskerî, Apec - tryck, Stockholm, 1989, rûpel: 203. 7 - Herdubat, M. Zahid, Apec -tryck, Stockholm, 1989, r: 73. 8 - Rêberê sanî, şerha Eqideya Ehmedê Xanî, M.Ehmedê Qoxî, Dengê yekîtiyê, Germany, 1990, r: 174. 9 - Sirmehşer, Feqe Reşîdê Hekarî, Dengê yekîtiyê, Germany, 1990, rûpel: 112. 10 - Dîwan, Pertew Begê Hekarî, Rewşen, Bonn 1, 1991, r: 271 11 - Rewdneîm, Ş. Evdirehmanê Axtepî, Stockholm, 1991, rûpel: 440 (Bi alîkariya hevalekî di 118 beyta de) 12 - Diwan, Ş. Kerbela, ji bo çapê li JN ye. 13 - Dîwançe, Ş. Eskerî, ji bo çapê li JN ye.
|