Dîwan, berhemên giştî
Hey guliyên êgir! Hey dastanbêjên ko wê êvarê xewnên dayika min bi ewrên dûmanhilgir ên gunehbariyê dişûştm û berbiskên evinê bi bîna cegerdar a çilmisîna kulîlkên bejî dixemilandin! Bo çi hûn destên ji beybûnan ên van giyandaran hînî xatirxwestinê û goristanên sawdar hînî heyvên poşman ên reşgirêdanê dikin? Bo çi hûn baskên şevê yên ji xwelî û dîlokan, yên ji perenga bêrikirinê bi ser matmayîn û sergerdaniya me de vedigirin? |