La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Osmanlı'da Kürt kadını / Di serdema Osmanî de jinên Kurd


Auteur : Mehmet Bayrak
Éditeur : Özge Date & Lieu : 2007-01-01, Ankara
Préface : Pages : 240
Traduction : ISBN : 978-975-7861-14-0
Langue : Kurde, TurcFormat : 220x280 mm
Code FIKP : Liv. Tr. Ku. 8018Thème : Histoire

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Osmanlı'da Kürt kadını / Di serdema Osmanî de jinên Kurd


Gravür, fotoğraf ve kartpostallarla Osmanlı'da Kürt kadını
Bi gravur, wêne û kartpostalan Di serdema Osmanî de jinên Kurd


Faktorên eslî yên ku di civakekê de têkilîyên navbera takekesan û zayendan tayîn dikin, têkiliyên hilberînê yên ku pergala civakî tayîn dikin û avasazîya çandeyî û ya bawerî ye. Bi gotineka dinê, di navbera rewşa civakî û têkilîyên zayendî de yekîtîyeka diyalektîkî heye.

Berîya olên asîmanî derên holê, bêyî ferqa zayendî, Mezopotamya û Enedol bûbûn "welatê xwedayan", lê piştî ku olên asîmanî zayenda nêr derxistin pêş û ya mê dan paş, nasnameya jinê hingî çû qels bû.

Lê di dema berê de di hemû warên jiyanê de û li gora hemû taybetmendîyan li kêleka xwedayên mêr, yên jin jî hebûn.
Civaka Kurd ji berî û piştî zayînê ve, em dikarin bêjin heta îro jî bi xwedîkirina ajelan û cotemenîyê diabire. Ji ber ku xwedîkirina ajelan milkiyeta hevpar û hilberandina hevpar bi xwe re tîne, ev têkilîya hilberînê bi awakî bivênevê jinê dikşîne nav jiyana xebatê û bi vê awayî nêrînên olî yên hişk û bi vê rastîya jiyanê re lihevnekir, ya dihatin piştguh kirin yan jî dihatin sivikkirinê.

Piştî pejirandina îslamîyetê û pêkhatina mîrîtîyên derebegî ye ku bi tesîra fikra îslamîya ummetparêzî û bi belavbûna milkiyeta taybetî, jin hêdî hêdî ji jiyana civakî vedikişe û mêr di hemû warên jiyanê de dibe zayenda sereke. Têkilîyên derebegî û îdeolojîya wê ya fikra ummetparêzî, faktorên herî mezin bûn.

Ji ber vê sedemê ye ku, di navbera civatên Kurd yên xwedî bawerîya îslamî û civatên Kurd yên xwedî bawerîyên heterodoks de, di warê têkiliyên mêr û jinan de ferqên berbiçav hene. Dema em civaka Kurd ya beriyâ îslamîyetê û ya piştî îslamîyetê didin ber hev jî, em vê yekê bi asanî dibînin.

Wek mînakî, di bawerîya Zerduştîyan de ya ku Kurd berê li dû diçûn û di nêrînên Mezdekiyan de ku wek dewama wê ya nûxwaz bû, têgihîştineka li ser bingehê wekhevîya mêr û jinê heye. Heta piştî kuştina Mezdek, jina wî Hurem dikeve dewsa wî û belavkirina bîr û baweriyên wî didomîne. Ji yên ku li pey wê diçûn re jî digotin Huremdîn. Huremdînî li îran, Kurdistan û Mezoptamyayê li gelek warên fireh bawerîya xwe belav dikin. Gelek ramanên ku mora xwe li Alewîti, Ehlîheqî û Ezîdîtîyî dixin, ji kaniya Huremîtiyê dihatin ya ku Hurem rêbaza wê danîbû û navê wê lê hatibûkirinê.
Ji ber vê yekê, di van civakên ku li pey Kulta Melek in û jin û mêr bi hev re tevlî rêwresmên ayînî dibin de, rola jinên Kurd gelek girîng e.

Beriya ku bikeve bin tesîra avasazîya îslamiyetê, em dibîn ku di civaka Kurd de jin jî wek meran, li kêleka têkilîyên aborî, di warên polîtîk, olî û leşkerî de cî digrin û wezîfe digrin ser milên xwe. Hejmara jinên Kurd yên ku bi deh salan eşîreta xwe îdarekirine ne hindik e.

Di sedsala 19an de piştî jihevketina mîrîtîyan û serîhildana gelê Kurd li hember -Osmanîyan, jin ji nû ve dertên ser dika ceng û polîtîkayê. Seyahatnameyên rojavayî yen sedsala 19an, bi pesindarî behsa siwarîya jinên Kurd dikin û li gora jinên gelên cîran bêtir azadbûna wan derdixin pêş. Di sedsalên borî de rojavayî bêtir bi nêrîneka ekzotîk û romantik li jinên Kurd nihêrtine, Kurd jî di nav de ronakbîrên rojhilatî, ji xwe behsa jinan nekirine. Ji ber vê yekê ye ku di warên bi taybetî jinên Kurd û bi gelemperî jinên rojhilatî de nebûna literatüre û qelsîya hafizayê heye. Ji ber vê sedemê, ji alîkî ve armanca vê xebatê ew e ku hafıza însanan ji nû ve geş û xurt bike û dîroka berçavkîya jinên Kurd derxe ber çavan.

Bingehê vê xebatê li ser "Di serdema Osmanîyan de Jinên Kurd" hat danînê, pê re jî me cî da hin afirandinên balkêş yên wênekêş, lêkolîner û gerrokên rojavayî. Divê em car din bêjin, ew diyardeya "jinên rojhilatî" ku ji alîyê ronakbîrên rojhilatî ve qet nehatiye bahskirin, pêşekî rojavayîyan anîye rojevê.

Ji bo ku em mijarê çêtir zelal bikin, di vê Albumê de me cî daye gelek afirandinên berçavkî yên ku ji gravür, karpostal û wêneyên Osmanîyan yên di warê jinên Kurd de pêk tên.

Berê, herweka ku ji alîyê gerrokên rojavayî ve jî hatiye tesbîtkirin û resim hatine çêkirin, bi têkiliyên aborî ve girêdayî û li gora taybetmendîyên exlaqî û etnîkî biguhure jî û bi awakî îzafî meriv karibe behsa azadîya jinên Kurd bike jî, bê şik di civaka Kurd de jî jin ew zayende ku "dipelçiqe" û pirsgirêka wê ya zanayî di roja me de hê jî girantir û aloztir bûye.
Jı ber ku pelçiqandina wê zêdetir bûye û jinên Kurd îro ketine bin tade û sitemkarîya.
Ji ber vê jî, wek zayendeka ku dipelçiqe û di bin tade û sîtemê de ye azadbûna jinê a rastîn, bi avakirina civakeka demokratik gengaz e (mimkin e) ku dawî li çanda şiddete / şerr hatiye anîn û tê de herkes bi nasnameya xwe ya xwezayî / xweser li ser bingeha wekhevîyê dijî.

Ji bo xebata wan a wergerandina Kurdî ji dostên xwe i hêja İkram Oğuz, Haluk Öztürk, Mehmet Tanrikulu û Veysi Aydın ku jêrenivîsên wêneyan sererastkir û ji biraya hêja İhsan Türkmen re ku Albüme amade kiriye gelek spasdarîyên xwe peşkeş dikim.

Mehmet Bayrak



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues