Mesele û metelokên gelê kurd
Cara pêşine ku gotinê pêşîya yên gelê kurd wa bi pirhijmar û bi derskirina navarokî tê amade kirin. Ev pirtûk li sala 1991 ji alîyê wezîrtîya perwerdeyî ya komara Ermenistanê hatye çapkirin ji bona zaroyên kurda yên li dibistana dixwendin, wek alîkarî ji bêtir û baş hînbûna zimanê dê. Pirtûk bi orfografîya berê tê çapkirin: tîpên ji bona fonêmên ph, kh, çh th rr û yên mayîn, ku bi alîkarîya vêrgûla ser tîpên p,k,ç,t,r tên dîyar kirin û li sovêta berê dihatin kar anîn, me hîştye wek xwe. Armanca me ewe, ku fonêtîka axaftina gel bimîne bê guhastin. |