Çîrokek gotin û ketin xewê
Ev kitêb, Kamiran Alî Bedirxan di sala 1939'an de li Şamê di nav "Kitêbxana Hawar"ê de wek "Hejmar 13" û bi navê "Çarînên Xeyam" çap kiriye. Em kitêbê ji nû ve û wekxwe çap dikin. Ji xeynî navê kitêbê pê ve tu guhertin çênebûne Nav jî ji çarînekê hatiye girtin Çend çarînên din ên ku me li kitêbê zêde kirine; herdu çarînên di rûpel 69 de ji hejmara Hawarê a 18'an, çarînên rûpel 70 ji hejmarên 19 û 20'an, ên di rûpelê 71 û 72 de jî ji hejmara 22'an hatiye girtin. |