Klamêd Cmaeta Kurdaye Lîrîkîê
Heciyê Cindî
Neşîreta AU RSS Ermenîstanê
Cmaeta kurda (kurmanc) ji zemanê qedîmî heta roja îro zargotina dewlemend û nexş-nîgar efrandîye: hikyat, (çîrok) beyt, beyt-serhatiêd mêranîê û bengîtîê, klamêd reqasê, şîna û şaya, meselok û xeberok û êd din. Nava wê zargotinêda çîkî herî berbiçev klamêd derheqa xebatê, evîntîê û tebîyetê digirin. Dengbêjî û klam berxwederxistin edetê kurdayî kalbavane. Nava kurdada bawer bikî gişk distrên – cahil û ahil, jin û mêr, zar’o. Ewana distrên malda, çolê, wexweta û her dera. Nava klamada, usa çawa nava efrandinêd zargotinêye mayînda – xeyset, erf û erefatê cimaeta kurda tê kivşê- ew bi ... |