Pîrebok
Ridvan Karaaslan
Bajar
Gava ku Xwedê ez afirandim, hew Adem hebû ji însanan. Di nava cennetê de Adem tikîtenê bû. Xwedê ez ji bo wî ji agirê bijehr afirandim û di gerdûnê gişî de tu kesî bi qasî min xweşik tunebû... Ew zilamê ji heriyê, ez kirim xulamê xwe û zilm li min kir. Kêf û şahî kir para xwe, êş û jan ji min re hişt. Êdî min debar nedikir. Rojekê min serî hilda. Min dev ji Adem, Cennet û Xwedê berda û ez reviyam dinyayê. Xwedê milyaketên xwe şandin dû min û got: ...”
Ridvan Karaaslan, di sala 1971’ê de li Dunaysirê ji dayik bûye. Zankoya Dîcleyê, Para Dokumantasyona Tibî kuta kir. Di temenekî xort de dest bi nivîsandinê kir. Ji ber bûyerekê hemû helbestên wî ji dêst çûn. Ji ber vê yekê dev ji helbestê berda. Dest avêt nivîsandina çîrokan. Di 1992’yan de koçî îzmirê bû. Rojnameya bi navê Dokumanter û kovara bi navê Simurg derxist. Di 2003’yan de, çîrokên wî yên bi tirkî bi navê Fetuma bûn pirtûk. |