Kassandra
Silêman Demir
Avesta
"Bibêje xwedayê, bibêje", ka hinekî li ser Kassandra jî bibêje. Ka "bibêje xwedayê, bibêje, xişma Akhîlleusê Peleus bibêje" gera qederê, fitla felekê û çîroka têkçûna evîna Kassandra jî bibêje. ... Çûn, lê çîroka wan, a şerê li ser Helena Spehî li binya dîwarê bajarê Troya, a egîdiya Akhîlleus, Hektor, Aeneas û hemû egîdên din, a hişmendiya Odysseus ket ser zimanan. Her yekî çû çîrok û serpêhatiya xwe, a şerê ku deh salan li ber deriyê bajarê navdar kiribû, a rêwîtiya xwe û xezeba xwedan ji xelkê xwe re got. Bi baldarî û meraq li wan hat guhdarkirin. Çîrokbêjan, çîrokên wan kirin çîrok û gotin, helbestvanan kirin helbest û xwendin û klambêjan jî kirin klam û gotin. Li hemû deran gotin û li hev gerandin. Bi sedsalan gotin û ji wan têr nebûn. Her ku çû ew çîrok û ew klam xweştir û dirêjtir kirin û hevdu fêrî gotina wan kirin. Heta ku rojekê yekî bi navê Homeros klamên tevan bi ser hev vekirin û kir klamek. Wî, klama şerê deh salan bi tevayî got û li dinyayê belav kir. Navê klamê kir llyada. Ên ku lê guhdar kirin, gotin ku wê mirov tu caran ji guhdarkirina wê têr nebin; bi hezaran sal derbas bibin, ew ê hîna jî bi kêfxweşî lê guhdar bikin. Bawerî ew bû ku wê tu caran jê têr nebûna... Vê kitêbê mijara xwe ji llyada wergirtiye. Nav, cî û bûyerên di kitêbê de hatine nivîsandin û bikaranîn hemû, li gora mîtolojiya yûnanî ne. Silêman Demir, çîroka xwedayên yûnanî bi kurdî ji nû ve vedibêje.
Silêman Demir - Di sala 1956an de li gundekî Nisêbînê çêbûye û li Nisêbînê mezin bûye. Xwendina xwe ya heta lîse li wir û jê pê ve jî Egitim Enstitusu li Mêrdînê kiriye. Di 29 saliya xwe de, 1985an çûye Swêdê û ji wî çaxî ve U wir dijî, dinivîse û kar dike. Sê romanên wî derketine. Sorê Gulê (1997), Koç (1998), Piştî Bîst Salan (2007). |