Koç
Sılêman Demir
Roja Nû
Koçberbûn û derbıderbûna kurdan, ku dı van deh salên dawin da qewımi, trajediyên wisa mezın bı xwe ra anin ku ne mumkun bû lı ser roman, stran, film û tiyatro neyên çêkirin. Ji ber şerê qirêj, Kurdıstan dı van salan da serûbınihev bû; aboriya Kurdıstanê yekser xırab bû, gelek sıtûnên cıvata kurd hılweşiyan, mal xırab bûn, gund vala bûn, navçe jı insanan xali bûn. Romana Sılêman Demir, Koç, yek jı hezaran çirok û serpêhatiyên gundiyên herêma Botan e. Dı warê xwe da ew ne romana yekemin e, lê niviskarê wê serpêhatiyên gundiyan, lûrinên dayıkên kurd bı zımanê wan dibêje, stranên mêrxasiyê, yên eviniyê, yên hêviyê bı zarê kurmanci dide xwendın. Dı vê hêlê da ew rêberiyekê dike. Koç hewldaneke hewaskar e berbı romana kurdi ya hevdem. Em wısa bawer dikin ku, ew ê li gor dilê xwendevanên wê be. |