Yên Perîşan
Azad Bavê Şihîn
Compte d’auteur
Zengil lêda û di Peyre xwendina wê rojê bi dûmahî hat. Mamoste derdiketin, şagirt jî bilez li pey wan derketin. Zarên û qîre qîr bi ser xwendegihê ket. Li ber dergehê mezin qefan hev dehiv didan. Ji hemî Rêz û odan şêlan. ji nav pêlên xwendevanan Ciwan pekî, ji devê Dibistana Navincî kerîk Qutabî herikîn, bûn çilîq û bir li kolan û celdên Bajarê Mûsilê belav bûn. hemîyan yek rengê cilan wergirt bûn, bi yek awayî di bezîn, wek kû gişan di xwest zû bi gihin malê, hinekan bi sêwanê û yên din jî bi kitêban, xwe ji baranê di parastin. Tenê Ciwan hêdîka dibin sefanên xanîyan re diçû, dibin deverên ku sefanê wan kurtde di çû. Bandevê jê digirt, Peşkên baranê li ser rûwê wî di herikîn, û alî yê Laşê wî yê bi ser kolanê de şil bû. Rojek subatî bû, ji sala 1974 an. Wê rojê digel ... |