Nigarên Kul û derdên jiyanê
Mehmûdê Sebrî
Emîral
Evîndarê Xemgîn, navê wî Mehmûdê kurê Sebrî ye, di sala 1937an de li gundê Çetelê, devera Dirbêsiyê ji parêzgeha Hesekê - Cizîra Binxetê hatiye cîhanê. Û ji sala 1970î de li bajarê Hesekê bi cih bûye. Li nik mellayên Kurd, bi zimanê Erebî Xwendina wî zanistiya oldariya Islamî bû, paşiyê dest bi xwendina zanistiya nûjen kir û bawernameya yasa (hiqûq) ji zanîngeha Şamê, di sala 1970 î de wergirt. Ji ber kawdan û mercên dijwar dereng dest bi nivî -sandina zimanê Kurdî kir ango piştî sala 1986 an de. Berhemên wî çi gotar bin û çi helbest bin di hin kavaran de hatine belavkirin,ewkovarev in:Xunav, Gurzek gul, Zanîn û Gulîstan. Evîndarê Xemgîn yek ji endamên Komîta nivîskarên kovara Xunavêye. Hin lêkolînên wî hene hêj ne gihiştine dawiyê ew jî ev in: -Nêrînek li terezûya ristên Kurdî. -Serdarê evîndaran Mellayê Cizîrî. -Zincîrek gotar li ser sinçên jina Kurd. -Çend gotarên cûre-cûre li ser dîroka Kurd,û hin li ser Folklorê Kurdî (Zargotin). Ev babetên jorîn bere-bere di hejmarên kovara Xunavê de hatine belavkirin. |