Ziman û Wêjeya Kurdî
Îbrahîm Seydo Aydogan Selîm Temo Ergul
Zanîngeha Hekariyê
Zanîngeha Hekariyê sala 2009'an yekemîn konferansa xwe bi navê Konferansa Jina Kurd li Colemêrgê li dar xist ku pênc rojan dewam kir û di dîrokê de bû yekem konferansa bi vê çapê ku li ser civaka kurdî û li Tirkiyeyê ewqasî berfireh hatibû organîzekirin û ji şêstî zêdetir lêkolîner tê de beşdar bûbûn. Ya jê girîngtir ew bû ku cara yekem lêkolînên zanistî ji aliyê akademîsyenên kurd ve bi kurdî dihatin pêşkêşkirin û ev kar bi awayekî fermî û di bin banê dezgeheke fermî de dihat kirin. Piştî serkevtina di wê konferansê de, Zanîngeha Hekariyê biryara xwe da ku bikaranîna kurdiyê ya di warê zanistî de berfirehtir bike. Her bi vê armancê, sala 2010'an di navbera rojên 15 û 18'ê tnr-mehê de Konferansa Ziman û Wêjeya Kurdî ... |