Jînenîgarlya Min
Cigerxwîn
APEC
Jı Kulan Bûme Cegerxwîn
Meyger tu were em qedehek mey bifirênin, Serxoşî bibin em kul û derdan birevênin.
Gazî ke keçê, lê bi xwe re sazê werînin, Da em li serayê bicivin, ser bihejênin.
Awaz û newaz xweş biçitin çerx û felek tev, Da xob û perîzade ji perda xwe derênin.
Mestane bibin em ji xiyalên xwe xeber din, Da kul di dilê kuştiyê goran de nemînin.
Zendî ji me lewma ko nekin piştî me re ew, Kêmasiyê xêzên me nivîsîne nebênin.
Xêzên me nivîsîne bi xwe ayetê kurd in, Dê piştî me re ew di civatan de bixwînin. ..... |