Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page
Kovar Kovar

Hêvî, hejmar 5


Weşan : FIKP Tarîx & Cîh : 1986, Paris
Pêşgotin : Rûpel : 208
Wergêr : ISBN : 0761-1242
Ziman : KurdîEbad : 167x240 mm
Mijar : Wêje

Hêvî, hejmar 5
Versions

Hêvî, hejmar 1 [Kurdî, Paris, 1983]

Hêvî, hejmar 2 [Kurdî, Paris, 1984]

Hêvî, hejmar 3 [Kurdî, Paris, 1985]

Hêvî, hejmar 4 [Kurdî, Paris, 1985]

Hêvî, hejmar 5 [Kurdî, Paris, 1986]

Hêvî, hejmar 6 [Kurdî, Paris, 1987]

Hêvî, hejmar 7 [Kurdî, Paris, 1990]

Hêvî, hejmar 8 [Kurdî, Paris, 1992]


Hêvî
Hejmar 5, gulan 1985

Enstîtuya Kurdî malbendeke çandiya serbixwe ye. Di Sebata 1983 bi destê ronakbîrine kurd ên ji her aliyên Kurdistanê, hatiye danîn. Amanca wê beşdarbûna şerê ji bo parastin û pêşvebirina çanda gelê kurd e.

Civandina gencineyên çanda kurdî, çêkirina ferheng û rêzimanên kurdî, lêgerînên li ser edebiyat, pîşe û dîroka kurdî, çapkirina kovar û kitêbên kurdî, pêkanîna kaset, sêlik û filmên kurdî şaxên bingehiyên xebata wê ne. Karekî wê yî serekeyê din jî nasandina çanda kurdî bi gelên cihanê ye.

Enstîtu dixwaze bibe cîgehekî xebatê ji bo hemû zimanzan, nivîskar, dîroknas, hinermend, pîşekar û ronakbîrên kurd û dostên gelê me.

Ew ji bo jiyan û pêşveçûna xwe, hewcê alîkarî û tevkariya her Kurdê welatparêz e.

Hîmdarên Enstîtuya Kurdî : Cegerxwîn, Ordîxanê Celîl, Heciyê Cindî, Yilmaz Güney, Hejar, Kendal, Qanatê Kurdo, Remzî, Osman Sebrî, Îsmet Şerîf Vanlî, Tewfîq Wehbî, Nûredîn Zaza.

Serecem

Kurmancî
- Zaneyê mezin Qanatê Kurdo - Joyce Blau / 7
- Me Seydayê Hişyar wenda kir - Temo Zêrîn, Lokman Polat / 16
- Hérnin ji mir - Joyce Blau / 19

Belge
- Bîranînên Îhsan Nûrî Paşa (IV) / 25

Kurdnasî
- Nêrînek li ser jiyan û xebatên Basile Nikitine - Helkewt Hekim / 41

Edebiyat
- Serdar - Tosinê Reşît / 48
- Enwerê Mayî û berhemên wî - Dildar Berwarî / 60
- Hemîdo û Avûkat - Firat Cewerî / 62
- Neviyê Kalê Siyamend - Kalo / 68
- Şelmaqa Coxrafyayê - Çerkezê Reş / 69

Pirtokên nû / 70
- Keremê Reş û pirtûka wî ya nû - Têmûrê Xelîl Mûradov / 82

Dumilî
- Dumilkî (zazakî) ya Batûmî - Qanatê Kurdo / 85
- Qawxê Nêrib û Hênî - Arêkerdox : Peter Ivanovîç Lerch / 88
- Heme be herri û xwi ra cêr diyayey - Enver Gökçe / 92
- Bilbliyografya dimilî (zaza) - III - Malmîsanij / 95
- Hîrî Gonî - Heyder / 97
- Dayê Welat bol şîrîn o - Xortê Kurd / 100
- Bêbextî - Umero Adırın / 101
- Folklorê Dersimî ra - II - Arêkerdox : Firat / 105
- Mehmed Şerîf Efendiyo Goruzij - Ahmet Say / 112

Kurmanciya Xwarê

- Beşek le mêjûy rexney edebî kurdî - Sebahî Xalib / 203
- Awarey fermêsky dayikî şehîd - Hawar / 189
- Gelaz - Siyamend Şêxaqayî / 187
- Mafî diyarîkirdinî çarenûsî millî le tîorî marksîstî da - Horace B. Davis / 167


Sommaire

En Kurmanci
- Hommage au linguiste Qanatê Kurdo - Joyce Blau / 7
- La mort de l'écrivain Hişyar - Temo Zêrîn, Lokman Polat / 16
- Et celle du poète Hêmin - Joyce Blau / 19
- Souvenirs d'Ihsan Nouri Pacha sur la révolte d'Agrî (IV) / 25
- Un regard sur la vie et les travaux du kurdologue B. Nikitine - Helkewt Hekim / 41
- Vie et œuvres d'Enver Mayî - Dildar Berwarî / 60
- Hemîdo et l'avocat (nouvelle) - Firat Cewerî / 62
- Poèmes inédits - Kalo, Çerkezê Reş / 68
- Les publications récentes / 70
- Le nouveau livre de Keremê Reş - Têmûrê X. Mûradov / 82

En Kurde Dumilî
- Le dialecte dumilî de Batoum - Qanatê Kurdo / 85
- Textes dumilî recueillis par Peter I. Lerch / 88
- Bibliographie dumilî (III) - Malmîsanıj / 95
- Poèmes inédits - E. Gökçe, Heyder, Xortê Kurd, / 97
- Trahison (nouvelle) - Umero Adırın / 101
- Le folklore de Dersim (II) - Firat / 105
- Vie de Mehmet Şerif Efendi de Goruzij - Ahmet Say / 112

En Kurde Meridional
- Une introduction à l'histoire de la critique littéraire kurde - Sebahi Xalib / 203
- Poème inédit - Hawar / 189
- Gelaz (nouvelle) - Siyamend Şêxaqayi / 187
- Le droit des peuples à l'auto-détermination dans la théorie marxiste - Horace B. Davis / 167

Mirina zaneyê mezin
Qanatê Kurdo

Di şeva 31.10.1985 de zane û welatparêzê navdar Qanatê Kurdo li Lenîngradê wefat kir. Bi mirina wî gelê kurd yek ji hêjatirîn zaneyên xwe, Enstîtuya Kurdî, carek din, hîmdarekî xwe yî giranbiha winda kir.

Q. Kurdo di sala 1909 de li gundê Sûsizê, nêzikî Qaxizmanê, di navçeya Qersê de hatibû dinê. Ev navçe, ku niha di tixûbên Komara Tirkiyê de ye, hindê li jêr hikmê Rûsya tsarî de bû. Bavê wî, Keleş Xidir, gundiyekî belengaz î ji eşîra yezîdî ya Şerqî bû. Şerê Cihanî yê yeka vê navçeyê serobînî kiribû û xesareke mezin gihandibû rûniştevanên wê yên kurdî. Malbata Qanat ji ber şer û ji ber hovîtî ü xwînrêjiya ordûyên osmanî mecbûr ma axa bav û kalên xwe biterikîne û ber bi Bakur ve here. Ew pêşiyê li Cinkanîyê (Koblaxê), di navçeya Aparanê cîwar dibe, lê pêşveçûna leşkerên Osmanî mihacirên kurdî mecbûr dike ku hê dûrtir herin. Malbat, di dawiyê de, xwe dighîne Tîflîsê û li wir, pey çend mehan, di 1921 de bavê Qanat, Keleş dimire. Mala wan belangaz û şerpeze dimîne.

Cîwarbûna berebereyî ya rejîma Sovyetî hêdî hêdî jiyana wan û ya hemû cemaeta kurdî ya Qafgasyayê diguherîne. Hagop ("Lazo") û Olga Gazaria ji bo xortên kurd ên bajarê Tîflîsê yekemîn xwendegeha kurdî vedikin. Ji bo hînkirina wan Lazo ji tîpên ermenî alfabeyeke kurdî çê dike. Qanat jî diçe vê xwendegehê û gava ku ew di 1928 de wî diqedîne, Ereb Şemo, ku bi çend salan ji wî mestir bû, ji Partiya Komunîst a Ermenîstanê heşt bûrs stendibû ji bo xwendekarên kurd herin Zanîngeha Lenîngradê xwendina bilind bixwînin. Qanat dibe yek ji wan bûrsdaran. Ew di îlon 1928 de diçe Lenîngradê û li wir, li ber destên A.A. Frejman û I.A. Orbelî, çêtirîn rohelatnasên sovyetî yên wê demê û hîmdarên kurdnasiya sovyetî, dibe xwendekarê irannasiyê. Ew wisa jî li cem I. I. Zarubîn fêrî belûçî û zimanên pamîrî û tevî N. Y. Marr hînî zimanevaniya giştî dibe...

Hêvî

Kovara çandîya giştî

Hejmar 5 /gulan 1985

Espoir (Hêvî)
Revue culturelle kurde
No. 5 - Mai 1985

Directeur de la publication : Rojen Barnas
Réalisation : Ali Bucak, Îbrahîm Ghazagh, Mohamad Hassan

Collaborateurs : Ibrahim Ahmed (Angleterre), Ferat Cewerî (Suède),
Dr. Kemal Fuad (Berlin), Dr. Cemşîd Heyderî (Suède), Kendal (France), Malmîsanij (Suède),
Ferhad Şakelî (Suède), Hesen Seyf (Suède).

La revue “Espoir” est une publication biannuelle de l'Institut Kurde.
Elle est ouverte à tous les courants de la vie culturelle kurde.

Les textes publiés n'engagent que la responsabilité de leur auteur.

Pour toute correspondance, écrire à :

Institut Kurde de Paris
106, rue La Fayette
75010 Paris - France

Tél : (1) 48 24 64 64.

Imprimé en Italie

© Institut Kurde de Paris - 1986

ISSN : 0761 – 1242



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar