Bi serbilindî li cîhanê dinêrim
Jîyana wek helbestêkê milîtan hîn xweştir e Gelek dostên min gava min dibînin, qala helbesta dikin. Bi taybetî jî pirsa" gelo tu helbest dinivîsî?" ji min dikin. Dirêj -li gor temena mirovan- di nav qetên demên dirêj de carna tiştina dinivîsim. Ew, gelek caran, bitenê, bîr û bawerîyên kesîf in. Bê guman ev ne ew helbesta ku ez lê difikirim, dijîm û êşên bê dawî dide min û min dixe heyecanê ne, ango ew ne helbesta jîyanê ne.
Ev demêke ku wekî neferekî tekoşîna netewî û civakî ya welatê xwe, ez hewl didim, erkên xwe bi cîh bînim. Di vê merhelê da, her çalakî, her tewr, her bîr û bawerîya metînî, ji min ra wekî perçeyên destaneke mezin tê.
Demêke dirêj e, di fabrîke, zevî, xwendegeh, gundên çîyê û seranserê sînoran de, bi sedan milîtanên ku bi girseyên gel ve bûne yek, mil bi mil, destaneke pîroz dinivîsin û dijîn. Di vê wateyê de, di nav pîvanên ku tê zanîn de, helbest nivisîn bêguman tiştêkî xweş e. Lê jîyana wek helbestêke milîtan hîn xweştir e. Di gel êşên mezin û bi xwîn, destana comerdî û fedekarîyên bê hempa tê jîyîn. Û ev yeka wê bê nivisandin jî. |