La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferhenga Kurdî-Tirkî


Auteur : Zana Farqînî
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Date & Lieu : 2005, İstanbul
Préface : Zana Farqînî Pages : 2132
Traduction : ISBN : 975-6282-18-5
Langue : Kurde, TurcFormat : 160x235 mm
Thème : Dictionnaires

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Ferhenga Kurdî-Tirkî

Versions:


Ferhenga Kurdî - Tirkî

Fîlozofê mezin Ehmedê Xanî berî 300 salan wiha gotibû: "Safi şemirand, vexwarî durdî / manendê durê lîsanê Kurdî / înaye nîzam û întizamê / kêşaye cefa ji boyê amê / da xelq nebêjitin ku Ekrad /bêmerîfet in, bêesl û binyad." Wî, çawan ku pirsgirêkên Kurdan hê wê demê dîtibû wisan jî girîngiya zimên dîtibû. Ji ber vê yekê serê xwe ji bo zimên êşandibû. Boneya ku zarokên Kurdan bi ilm û îrfanê, kurdî fêr bibin bi navê Nûbarê bingeha ferhenga kurdî danîbû. Ehmedê Xanî zanibû ku hêmanên nasîna neteweyekê yek jî ziman e û yê bingehîn e. Ziman nasnameya neteweyan e. Berî her tiştî netewe bi zimanê xwe tên nasîn. Bêyî ziman, netewe taybetiyên xwe yen bingehîn winda dikin û nayên nasîn.

Heyîna gotin û peyvên neteweyekê gencîna wî ya zimên e. Ferheng îfadeya vê gencînê ye. Zimanên negihîştine asta nivîskî, di bin bandora ziman û çandên serdest de roj bi roj ji heyîna xwe tiştek winda dikin, qels dibin û dihelin. Zimanê neteweyên xwedî ferheng nikarin bên înkarkirin. Ferheng, çavkaniya gotin û peyvên zimanê nivîskî yê razber e. Wekî çand, huner, wêje û hwd. gava tî dibin ji kaniya ferhengê pêdiviyên xwe pêk tînin; geş û fireh dibin.

Ew kesên ku di seri de dest avêtine karê ferhengê ev rastî û girîngiya wê dîtine. Loma jî îro ferhengnasî wek zanisteke serbixwe, xwe daye pejirandin. Her netewe û gelên ku ev pêwistî dîtine ji bo ferhengçêkirinê sazî ava kirine, xebat dane meşandin û li ser vê xebatê hûr û kûr bûne.

Îro zimanê Kurdî di bin mercên dijwar de xwe diparêze. Li ser zimên çi qas qedexe, çewisandin û dijwariyên din hene, tên zanîn. Ligel pirbûna zaravan û devokan, zimanê Kurdî di nav aloziyekê de ye. Ev şert û merc nahêlin ziman bi peş ve biçe, bibe zimanekî hevgirtî û yekgirtî. Pêwîstî bi berhemên wisan heye ku xizmeta hevgirtin û yekgirtina zimanê Kurdî bike. Yek ji van berheman jî ferheng e.

Ji ber mercên ku Kurd tê de dijîn, loma jî di qada ferhengê de mixabin em dereng mabûn. Diviya bû ku Kurdan di her qadê de hewl û hêz bidana xwe ku astengên dijwar û kambax ji holê rakirina û riya xwe vekirina. Bi rastî Kurdên ku di vê qadê de dixebitin, ji van astengên han ên dijwar gelek ji ber xwe rakirin û berhemên hêja afirandin. Em ji afirendêrên van berheman re spasdar in.

Enstîtuya kurdî ya Stenbolê piştî çapkirina Ferhenga tirkî - kurdî, amadekirina Ferhenga kurdî - tirkî hilda programa xwe. Ji bo pêkanîna vê xebatê bi her awayî piştgiriya Zana Farqînî kir. Ev ferhenga di destê we de bi piştgiriya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê û bi keda Zana Farqînî derketiye holê. Em ji Zana Farqînî re dibêjin mala te ava û dest û pêçiyên te ter bin.
Îro em bi mîzgînî dibêjin ferhenga kurdî - tirkî ya mezin va ye di destê we bikarhêneran de ye. Em bawer in ku her Kurdek ji ber vê ferhenga Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê şanaz û serbilind e.

Ji sedemên ku me di ferhenga yekem de diyar kiribû, ferhenga tirkî - kurdî derket. Lê ya herî girîng ferhenga kurdî - tirkî bû. Ev qada vala, diviyabû ku bê tijekirin. Bi vê ferhengê, ev valayî ji holê rabû.

Di vê ferhengê de heyîna gotin û peyvan, hêza zimanê kurdî dide ber çavan. Civak çawan li jiyanê û li dinyayê dinihêre, nirx û toreyê wê çi ne, çawan xwe radigihîne hev; keser, êş, coş û kêfxweşiyên wê çi ne, radixe holê. Ji bilî peyvan, wek nimûne bi deh hezaran biwêj di vê ferhengê de cih girtine. Di heman demê de peyv û têgînên nû yên ku hewcedariya me bi wan hebûn, dîsan di ferhengê de em rastî wan tên ku bi piranî ji zarava Kurmanciya jêr (Soranî) hatine girtin. Bi vê yekê zaravayên Kurdî nêzî hev dibin û termînolojiyeke hevgirtî çêdibe. Ev yek herêman radigihîne hev, ji hev agahdar dike lê ranaweste; riya çand, huner û wêjeya nûjen vedike. Ev vejîna zimên e. Ziman vejîna giyan û nasnameya gel e.

Peyvên ku di ferhengê de cih girtine, her yek ji wan di nava jiyana me de bi serê xwe bûn. Hinek jî di quncên tarî de hatibûn jibîrkirin, belkî di demeke dirêj de winda bibûna. Le bi lêkolîn, berhevkirin û xebatên bi vi rengi hatin cem hev, kom bûn û li ser kaxiz bûn ferheng. Ji wan hêza zimên derket holê. Heke ev hêz, ligel vê ferhengê bikeve zimanê nivîskî û yê rojane dê rist û xizmeteke mezin bine cih. Ew peywira me tevan e.

Beri vê ferhengê hinek ferhengên kurdî - tirkî hatibûn amadekirin. Lê ev ferheng ji wan hemû ferhengan mezintir, dorfirehtir û dewlementir e. Di seri de Kurd, her kesên ku bixwazin kurdî hîn bibin, jê sûd wergirin û sînorê hêza zimanê kurdî binasin, ji bo wan çavkaniyeke bingehîn e.

Kedeke hêja di nav her peyveke vê ferhengê de heye. Em dikarin bi dilrihetî bibêjin ku ji lêkolîn û berhevkirina peyvan, ji xebata amadekirinê heta serastkirina wê metoda zanistî pêk hatiye.

Pêşiyê ferhengdanerê Kurdan Ehmedê Xanî ye. Bi amadekirina vê ferhengê em bawer in ku Ehmedê Xanî di gora xwe de, dê bêhtir bihizûr be.

Di her berhemên zanistî de jî kêmasî çêdibin. Em ji nirxandin û rexneyan re vekirî ne. Heke bikarhênerên ferhengê kêmasî û şaşiyên wê bibînin, daxwaza me ew e ku rexneyên xwe ji Enstîtuya kurdî ya Stenbolê re bi nivîskî bişînin. Dîtin û rexneyên we ji bo çap û xebatên din dê alîkar bin û hêz bidin me.

Estîtuya kurdî ya Stenbolê bi vê baweriyê xebatên xwe kûr dike. Armanca me ew e ku em piştî vê xebatê, ferhenga kurdî - kurdî, ferhenga zaravayên kurdî; di serî de jî ferhenga kurmanckî (zazakî) - kurmancî, ferhenga biwêjan, ferhenga riwekan amade bikin. Ev xebatên dûvedirêj in, ji bo wan sebr û aram divê. Lê berî her tiştî alîkarî û piştgiriya we divê.

Heta ev xebat hate ber destê we pir astengî û dijwarî hatin kişandin. Hûn dizanin ku ji bo Kurdan kîjan sazî û kes hewl bide xwe ku tiştek bike, di seri de pêşiya wan tê girtin. Ev yek bi serê me de jî hat.

Di dema sererastkirin, rûpelsazî û çapkirina ferhengê de, pir kesan ked dan û ketin nav hewleke hêja. Ji bo vê yekê ji hemiyan re em spas dikin. Ji bo rûpelsazî ji Aysel Çetin, ji bo serastkirinê ji Kerem Soylu û Yaşar Eroğlu, ji bo piştgiriya diravî ji birêz Feridun Çelik, ji birêz Mehmet Can Tekin, ji birêz Remzi Azizoğlu, ji birêz Hüseyin Kalkan, ji birêz Cabbar Leygara û ji birêz Cezayir Serin re em spasiyên xwe pêşkêş dikin.

Her wiha ji ber piştevaniyê em spasiya Serekkonsolosiya Holandayê ya Stenbolê jî dikin.

Ji aliyê programa Matra Kap a Serekkonsolosiya Holandayê ve piştgiriya vê ferhengê hatiye kirin.

Em bi dilşadî û bextewarî, ferhenga kurdî - tirkî diyarî gelê kurd dikin.

Enstîtuya kurdî ya Stenbolê



Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues