La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rojnamegeriya Kurdî 1908-1992


Éditeur : Özge Date & Lieu : 1992, Ankara
Préface : Pages : 464
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 2447Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rojnamegeriya Kurdî 1908-1992

Li Kurdistana Li Kurdistana Bakur û li Tirkiyê rojnamegeriya kurdî (1908-1992)

Tarîxa rojnamegeriya Kurdî, yek ji girîngtirîn beşê tarîxa. miletê Kurd a sedsala me ye. Bi îfadek din derketina rojnamegeriya Kurdî, destpêka gonfla hişyarbûn û têkoşîna xweavakirina milî ya modem a miletê Kurd e. Bi derketina rojnamên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û kullura rônahîbûna li ser esasè ilmên pozîtîf bi rûdanek modem a qirnê me, di nav miletê Kurd de dest bi berfirebûnê kir. Çend sal piştî derketina rojnama Kurdî ya pêşîn, rêxistina milî ya pêşîn jî ava bû. Ji wê rojê vir de jiyana têkoşîna rêxistinî û rojnamegerî ya miletê Kurd, mil bi mil heta îro hat. Îro jî bi vî awayî dimeşe: Loma jî rojnamegeriya Kurdî ji alîkî ve ji mirêka têkoşîn, trajedî çawatiya ronakbîrên Kurd ên dema hişyarbûna modem e.

Gelek mixabin ku wek hemû waran, em ji zanîna vî beşê tarîxa xwe jî bêpar in. Herçend rojnamegeriya Kurdî bi çêyi, bikêrhatin, kêm û kurriyên xwe rolek mezin di awayê xwedi- yarkirina tevgera me, hebûn û qonaxa pêşketina me ya min de lîstibe jî em hema hema tu tiştî li ser nizanin. Tu lêkolînên me yên ilmî di vî warî de nebûne. Di gavavêtinên xwe yên niha de me nikaribûye ku em ji xwe re bikin sermiyanê zanîn, hişyarî ders û îbretan. Wek hemû kar û xebatan, gava di vî warî de ji. em dest bi gavêkî dikin, ji me tirê ku berî me tu gay nehatine avêtin, gava destpêkê ya me ye û pêşeroj wê li ser gava me bê avakirin. Ev jî tirajediyeke mezin a ronakbîrên Kurd e. Heta em tîrêjên ronahiyê ji her alî ve navêjin ser tarîxa xwe, ji tarîtiyê dernexin û wek sermiyanekî nedin destê nive îro, her em nikarin xwe ji vê tirajediyê xelaskin.

Ev kitêba ku di destê we de ye, encama bîr û baweriyek wiha ye. Nivîskarên kitêbê ji bîr û baweriyek wiha cesareta xwe ya esasî girtine.  Kitêb di esasê xwe de bîbliyografya beşekî ji rojnamegeriya Kurdî ye. Li ser rojname û kovarên ku di navbera 1908 û 1981 ê de li Tirkiyê û li Kurdistana Bakur derketine, radiweste. Lê gava xwendevan bixwîne, ew bi xwe jî wê bibîne ku kitêb, bi naveroka xwe ji bîbliyografyayekê gelek zêdetir e. Ew ne bes ji alî rojname û kovaran, her wiha ji alî xwedî, berpirsiyar, sernivîskar û nivîskarên wan ve ji wek ansîklopediyek piçûk e. Gelek agandarî û zanîn, piştî xebatek dûr û dirêj û zehmet bi rêk û pêkî hatine pêşberkirin...

09.03.1989
Jîna Nû


Pêşgotin

Tarîxa rojnamegeriya Kurdî, yek ji girîngtirîn beşê tarîxa. miletê Kurd a sedsala me ye. Bi îfadek din derketina rojnamegeriya Kurdî, destpêka gonfla hişyarbûn û têkoşîna xweavakirina milî ya modem a miletê Kurd e. Bi derketina rojnamên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û kullura rônahîbûna li ser esasè ilmên pozîtîf bi rûdanek modem a qirnê me, di nav miletê Kurd de dest bi berfirebûnê kir. Çend sal piştî derketina rojnama Kurdî ya pêşîn, rêxistina milî ya pêşîn jî ava bû. Ji wê rojê vir de jiyana têkoşîna rêxistinî û rojnamegerî ya miletê Kurd, mil bi mil heta îro hat. Îro jî bi vî awayî dimeşe: Loma jî rojnamegeriya Kurdî ji alîkî ve ji mirêka têkoşîn, trajedî çawatiya ronakbîrên Kurd ên dema hişyarbûna modem e.

Gelek mixabin ku wek hemû waran, em ji zanîna vî beşê tarîxa xwe jî bêpar in. Herçend rojnamegeriya Kurdî bi çêyi, bikêrhatin, kêm û kurriyên xwe rolek mezin di awayê xwedi- yarkirina tevgera me, hebûn û qonaxa pêşketina me ya min de lîstibe jî em hema hema tu tiştî li ser nizanin. Tu lêkolînên me yên ilmî di vî warî de nebûne. Di gavavêtinên xwe yên niha de me nikaribûye ku em ji xwe re bikin sermiyanê zanîn, hişyarî ders û îbretan. Wek hemû kar û xebatan, gava di vî warî de ji. em dest bi gavêkî dikin, ji me tirê ku berî me tu gay nehatine avêtin, gava destpêkê ya me ye û pêşeroj wê li ser gava me bê avakirin. Ev jî tirajediyeke mezin a ronakbîrên Kurd e. Heta em tîrêjên ronahiyê ji her alî ve navêjin ser tarîxa xwe, ji tarîtiyê dernexin û wek sermiyanekî nedin destê nive îro, her em nikarin xwe ji vê tirajediyê xelaskin.

Ev kitêba ku di destê we de ye, encama bîr û baweriyek wiha ye. Nivîskarên kitêbê ji bîr û baweriyek wiha cesareta xwe ya esasî girtine.  Kitêb di esasê xwe de bîbliyografya beşekî ji rojnamegeriya Kurdî ye. Li ser rojname û kovarên ku di navbera 1908 û 1981 ê de li Tirkiyê û li Kurdistana Bakur derketine, radiweste. Lê gava xwendevan bixwîne, ew bi xwe jî wê bibîne ku kitêb, bi naveroka xwe ji bîbliyografyayekê gelek zêdetir e. Ew ne bes ji alî rojname û kovaran, her wiha ji alî xwedî, berpirsiyar, sernivîskar û nivîskarên wan ve ji wek ansîklopediyek piçûk e. Gelek agandarî û zanîn, piştî xebatek dûr û dirêj û zehmet bi rêk û pêkî hatine pêşberkirin.

Helbet di warê agandarî û zanînê de kêmasiyên kitêbê hene. Gava meriv, xebata li ser vî warî û bi taybetî. jî êrîş qedexekirinên li ser rojname û kovarên Kurdî bide ber çav, wê çaxê wê bê xuyakirin ku hebûn kêmasiyan ne ecêb, tiştekî tebîî ye..

Hêvî ew e ku ev xebat bibe alîkarê gelek lêkolînên firehtir û rêkûpêktir.

09.03.1989
Jîna Nû




Fondation-Institut kurde de Paris © 2017
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues