PÊŞGOTIN
Kesandina lêkeran yek ji zehmetiyên bingehîn ên zimanê me ye. Ji ber ku di zimanê me de gelek cure lêker û guhartoyên wan hene, û bi wan ve girêdayî jî gelek qaîde û rewşên bêqaîde hene, pirsgirêka kesandina lêkeran hebûna xwe her diparêze.
Yek ji armancên vê pirtûkê ew e ku bi tevahiya naveroka xwe, vê pirsgirêka kesandinê mimkun mertebe kêmtir bike û karibe bersivê bide herkesi (çi biçûk çi mezin, çi kurdîaxêv çi jî kesên hê nû hînî kurmanciyê dibin). Armanceke din jî ew e ku bi rê û rêzana xwe di vî warî de bibe bingeheke baş.
Esas divê bê gotin ku vê pirtûkê bingeheke bi temamî nipûnû dananiye. Wê bingeha xwe li ser bingeheke heyî saz kiriye; ango Emîr Celadet Bedirxan û Roger Lescot bi xebata xwe ya "Grammaire Kurde - Dialecte Kurmandji" ew bingeh di salên 1940'î de daniye û hin kesên din jî ew şopandine. Îca min bi vê pirtûkê hewl da li ser wê bingehê, qateke din saz bikim û bi qasî ji destê min bê, zehmetiyên vî warî kêmtir bikim.
Xebata min a li ser vê pirtûkê bi qasî 10 salan kişand. Ji sala 1997'an, ku min wê salê li Zanîngeha Marmara ya Stenbolê dest bi perwerdeya mamostetiya fransizî kir û fıkra amadekirina vê pirtûkê bi min re çêbû, heta dawiya Adara 2008'an, min li ser mijara vê pirtûkê lêkolîn û xebatên taybet kirin û tiştên pêwist qeyd kirin.
Ez hêvî dikim ku ev xebat bi kêrî hemû eleqedar, mamoste û şagirtên kurdî were.
Aynur Bozkurt |