AXIRYA NES
Çîyakdibe, Li wî çîyayî darek, Li wî darî qelişek, Li wê qeliştokê hêlûnek, Li hêlûnêda sê cûcik, Û ser wana kikûk. - Kikû, kikû, hûn kikûyê min, Kengê hûnê per û besk bin, Bifirin, herin, Bihevşabin... Kilam digot kikûya dê, Û nişkêva rûvî hat: - Got, eva çîyayê mine, Li ser dar qeliştok heye, Li qeliştokê hêlûnek, Ev kîyê hatîye? Bûye xweyî bi dizî? Way tu kikû, bê aqil kikû, Çend cûcûkê te biçûk hene? - Sê cûcûkê min, rûvî axa, - Sê cûcik ezê nîşanî te dim. - Û nabêjî tu bê şerm, Yekê tu bişîne cem min xulam Zûkeyekê bavêje berjêr, Yanê na baltê min wa tujkirîye, Ezê herim bînim, Darbibirim... - Wey tu nebire, Xwedê hiz bikî, Awa ev yek Bive xwera xulam, Tenê usa, Kokbirî nekî me, Hêlûn bi cî, Bi qebîlî temam. Reca kir kikûya dê, Ji cûcûka yekê avîte berjêr, Rûvî hilda û cû. Way, way, tu-tu, Kikûya mine delal Kîjan çîyayê reş? Kîjan mêşeda? Bin kîjan belgîda, Unda bûyî tu tenê?..... |