La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bașûrê Kurdistanê


Auteur : Hesenê Metê
Éditeur : Nefel Date & Lieu : 2002, Stockholm
Préface : Pages : 32
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 150x230 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bașûrê Kurdistanê

Bașûrê Kurdistanê

Hesenê Metê

Nefel

Ji haziran ne çêtir, ez û dostê xwe î hêja, Elî Çiftçî ne. Lê anuha dema ko ez van rêzan reş dikim, divê ez rengdêra wî ya pîroz jî bi navê wî ve bikelînim û bibêjim hecî Elî Çiftçî. Ez ê dû re ji we re bi lêv bikim ka wî û bêguman min jî kengî xwe gîhand merteba vê rengdêra pîroz, bi gotineke din, rengdêra hecîtiyê. Belê, min got ez û wî ne, em bi hewa dikevin û berê me li Şama Şerîf e. Li jor, li asimanan şeva roja 25an li me dibe roja 26an.

Saet li duduyê şevê em serejêrî erdê dibin û germa Şama qedîm tavilê bi me dide zanîn ko em li erdekî din dahatine. Li gel brokrasiyeke navno jî em ji deriyên balafirgehê derbasî der dibin û germeke xurt li me vedinişe.

Xwedê jê razî, bi edet û marîfetên kurdên binxetî Zeredeşt û dostekî xwe hatine pêşiya me. Wê şevê di otêla Karawan de em serê xwe didin ser balîvan û ro li me bilind dibe. Ji bo karê xwe yê çûyînê divê em biçin buroya hukumata Kurdistanê û em welê jî dikin. Zeredeşt jî bi me re ye. Li wir, li buroyê bi qedir û qîmet em rastî kek Remezanê nexşîn tên. Nexşîn dibêjim...



BAȘÛRÊ KURDISTANÊ

Ji haziran ne çêtir, ez û dostê xwe î hêja, Elî Çiftçî ne. Lê anuha dema ko ez van rêzan reş dikim, divê ez rengdêra wî ya pîroz jî bi navê wî ve bikelînim û bibêjim hecî Elî Çiftçî. Ez ê dû re ji we re bi lêv bikim ka wî û bêguman min jî kengî xwe gîhand merteba vê rengdêra pîroz, bi gotineke din, rengdêra hecîtiyê. Belê, min got ez û wî ne, em bi hewa dikevin û berê me li Şama Şerîf e. Li jor, li asimanan şeva roja 25an li me dibe roja 26an.

Saet li duduyê şevê em serejêrî erdê dibin û germa Şama qedîm tavilê bi me dide zanîn ko em li erdekî din dahatine. Li gel brokrasiyeke navno jî em ji deriyên balafirgehê derbasî der dibin û germeke xurt li me vedinişe.

Xwedê jê razî, bi edet û marîfetên kurdên binxetî Zeredeşt û dostekî xwe hatine pêşiya me. Wê şevê di otêla Karawan de em serê xwe didin ser balîvan û ro li me bilind dibe. Ji bo karê xwe yê çûyînê divê em biçin buroya hukumata Kurdistanê û em welê jî dikin. Zeredeşt jî bi me re ye. Li wir, li buroyê bi qedir û qîmet em rastî kek Remezanê nexşîn tên. Nexşîn dibêjim... kek Remezan navsereyekî şîrîn e. Piştî xêrhatineke germ em pê didine zanîn ko em ji kuderê hatine û em ê bi kuderê de biçin. Dosiyereke tijî kaxiz û faksên fermî ji refikekê dadixe, datîne ber xwe û ji min re dibêje:

— Navê te bi xêr, ji kerema xwe re ka pasaporta xwe?

Ez pasaporta xwe didime wî û dibêjimê:

— Xêra Xwedê li cenabê te... navê min, ev navê li pasaportê ye.

— Himm... dibêje, li pasaporta min dinêre, kaxizên di dosiyerê de di ser hev de diqulibîne û di wê gavê de telefonek jê re tê. Bi serbilindiya karmendekî radihêje telefonê û li hev dipirsin... Di telefonê de pirsa wî û çend kesên din jî dike, li rewşên wan dipirse, henekan dike û dikene. Piştî demeke ne kurt telefonê datîne û dîsa li navê min dipirse. Ez dîsa navê xwe jê re dibêjim. Du tiliyên destê xwe î rastê bi zimanê xwe şil dike û dîsa bi nav kaxizên dosiyerê dikeve. Ez bi xwe nizanim ka ew li çi digere û çi nabîne. Li min vedigere û dibêje:

— Tu xelkî kîderê yî, bira can... dibêje, ev navê te... navê dê û bavê te jî li virê ne diyar e.

Ez dipişirim û dibêm:

— Ez xelkê Diyarbekirê me, can... û ev hevalê min jî ji kurdên Anatoliya Navîn e. Di pasapaortên me de navê dê û bavan tuneye, rast e.

Kêfxweşî li ruyê wî diyar dibe ko em kurdên bakur in. Bi çavên du mêvanan li me mêze dike. Ez bawer im ji ber evê yekê ye ko ew careke din xêrhatinê li me dike. Dû re bi dengekî banî çaygerê xwe dike ko ji me re ava sar û çayê bîne. Bi zarxweşî ji min re behsa xwe û pêşmergetiya xwe dike. Carekê li hêla Şirnexê hatiye girtin, leşgerên tirkan ew li erdê dirêj kirine, bi keviran li ser pişta wî dîwar lê kirine, gelekî hov û zalim bûne, heşt mehan di hundur de hiştine... piştî vê serpêhatiye xwe vedigere ser min û dibêje:

— Baş e, navê bavê te.

— Navê bavê min Fêzo.

— Û navê diya te?

— Heca Bêzo, dibêjim... li Stockholmê jî me welê faksî vir kiriye. Divê li van kaxizan hebe, dibêjim.

Çay tê, li me û wan kesên wir belav dibe û ew jî hêj li nav kaxizên dosiyerê li me digere. Ji çayger re dibêje:

— Pencerê veke.

Çayger welê dike. Telefoneke din tê... û ew dîsa dest pê dike û bi şêweyekî kurmancî diqedîne, dixwazim bibêjim dirêj dike. Dû re vedigere ser min û dibê:

— Te got navê dê û bavê te çi bû?

— Navê bavê min Fêzo û navê diya min jî Heca Bêzo... weke gotinên sitranekê ye... lê navê dê û bavê min wusa ye, dibêjim û dipişirim.

Mîna ko bibêje ma wekî din nav tune bûn, bi pişirîn li min dinêre û dîsa li nav kaxizan digere. Li min digere, li diya min digere, li bavê min î rihmetî digere.

Bi awayekî rengîn em karê xwe î formel û brokratîk diqedînin. Em derdikevin û em ê dîsa dakevine nava bajêr û werin otêla Karawanê. Lê di rê de ji Zeredeşt dixwazim ko berê me bide Taxa Kurdan, goristana Mewlana Xalidê Nexşîbendî, ez jê daxwaz dikim ko em biçine ser gorna Mîr Celadet û mala Bedirxaniyan.

Royê xwe havêtiye paş çiyayê Taxa kurdan. Bi êvara teng re em xwe digêhînin goristanê û belekiya mekanê mala Bedirxaniyan tavilê bi min ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues