La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pêlava birîndar


Auteur :
Éditeur : Han Date & Lieu : 2010-01-01, Berlin
Préface : Pages : 70
Traduction : ISBN : 978-94040997-20-03
Langue : KurdeFormat : 150x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 5684Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Pêlava birîndar

Pêlava birîndar

Evdile Koçer

Han


Ew xwediyê qelûneke navdar bû.
Bi qelûna xwe ve li bajarê xwe her dem gilî û gazinc dikir.
Bi qelûna xwe ve her dem digot, "Li vî bajarî tiştek naguhere!"
Bi qelûna xwe ve rabû terka welêt kir.
Bi qelûna xwe ve piştî 34 salan dîsa vegeriya bajarê xwe.
Bi qelûna xwe ve dît ku her tişt guheriye.
Bi qelûna xwe ve dev ji gilî û gazincan berda.
Rabû dev ji qelûna xwe jî berda.



Evdile Koçer, di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinyayê. Heyamekê li Zanîngeha Uppsalayê ya li Swêdê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar, rojname, antolojî û malperan de derketin. Her wiha çîrokên wî bûn şano û wergeriyan ser gelek zimanan. Pirtûkên wî:
- Govendistan (Weşanên Pêrî – 2002)
- Mirin (Weşanên Aram – 2006)
- Koçername (Weşanên Do – 2009)
- Pêlava birîndar (Weşanên Han – 2010)



PÊLAVA BIRÎNDAR

Dema ku polîsan xalê min girtin, bi henekî
wiha jê pirsîn, „Em pêlavên te yekoyek ji serê
çiyê top dikin, tu çima xwedî li pêlavên xwe
dernakevî, şev ji nigê te derdikevin û her yek
dikeve nigê terorîstekî...“
Ji bo ku her kes bitirse, deh pêlavên wî li
gundiyan belav kirin û cendekê wî avêtin ser
sergoya gund.
Ji tirsa kesî li cendekê wî jî nepirsî.
Dû re hate bîra min...
Ez hingê zarok bûm.
Xalê min bi pêlaveke xwe ya nû ve ji mal derketibû
û bi pêlaveke peritî ve vegeriyabû.
Wê şevê jinxala min pê re şer kiribû, „Tu yê
serê me bixî belayê heyran, heke sibe kesek vê
qulelê di serê pêlavê de bibîne, wê sedîsed fêm
bike ku guleyek lê ketiye...“
Wê zivistanê her kesî bi tirs behsa pêlavên xalê
min kirin.
Pêlavên birîndar ên xalê min dû re ketin nav
xewnên min jî.





Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues