Éditeur : Compte d'auteur | Date & Lieu : 2010, Moskva |
Préface : | Pages : 430 |
Traduction : | ISBN : 78-5-93943-156-9 |
Langue : Kurde | Format : 150x210 mm |
Code FIKP : Liv. Ku. | Thème : Religion |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Versions:
|
Destpêbûn Pêșgotin Peymanaf Kevin, k'itêba Destpêbûnêda destpêdike. Eva kitêba pêșin e, ji her pênc k'itêbêd Mûsa, (bi îbranîf 'Torah' tê gotinê, awa gotî 'Șîret' yan 'Qanûn'). Navê k'têba Destpêbûnê bi îbranî 'Bêrêșît'e, awa gotî 'Destpêbûn', yan 'Sêrîda', lê bi yûnanî 'Gênêsîs' e, 'Pêșdahatin' yan 'Çêbûn'. Vê k'itêbêda bona pêșdahatina t'opa dinê, e'rdê, mêriv û cime'ta Îsraêlf tê gotinê. Vê k'itêba Destpêbûnêda, Xwedê ye serê sera. Destpêbûna k'itêbêda serê 1-11-a bona wê yekê tê gotinê, wekî çawa bi xebera Xwedê t'emamîya dinyayê tê e'frandinê. Meznayiya Xwedê ne tenê vêda ye, lê Xwedê wan merivêd xweye xuliqandî jî pey wê yekêr'a nahêle, gava ew dûrî Xwedê di k'evin, gune dikin, Xwedê dîsa bona wan xem dike. T'emamîya serhatîya dinyayêye mayîne vê k'itêbêda ew heleqetî ye, ya ku nava Xwedê û merivayêda diqewime. Peyr'a ji serê 12-50-î bona wan meriva dibêje, k'îjana ku Xwedê bona xwe dibijêre, wekî zur'etêd wan bibine cime'ta wî. Li na va serhatîya Birahîm, Îshaq, Aqûb û her donzdeh kur'êd Aqûbda, Xwedê wanr'a soz dide, wekî zur'etêd wanê bê h'esab bin û li e'rdê war bin, k'îjanar'a ku Xwedê soz da. Pê wan h'emû miletê bêne bimbarekkirinê. R'aste, ew ne merivne k'amil bûne, em Destpêbûnêda bona kêmasîyêd wan û kirinêd wane neqenc dixûnin. Lê dîsa Xwedê gazî wan dikir ku guhdarîya wî bikin. Nexș û stîla k'itêba Destpêbûnê cûr'e-cûr'e ye, hew dinhêr'î deng-be'sê bona șayê ye, hew dinihêr'î... |