SERNIVÎSAR
Mesîhiyêda nivîsara pîroze miletê cihûyar'a tê gotinê Peymana kevin. Peymana Kevin t'emamîya xweva 39 kitêb in, k'îjan ku bi destê gelek nivîsk'ara hatiye nivîsarê. Gelek ji van k'itêba bi zimanê cihûtîya berê hatine nivîsarê. Hineke p'arêd k'têba Peymana Kevin sê h'ezar sala zêdetir in ku hatine nivîsarê. Peymana Kevinda hene k'itêbêd dîrok û qanûnê, hilbesta, șîretêd merivêd serwext û p'êxembertîyêd ku têne serî. Evana haqasî cûr'e-cûr'e bûn, lê fikirêd wan h'emûyan jî ser nêtekê bû, awa gorî bona heleqetîya Xwedêye t'evî miletê cihû. Meremê Wî ew bû, ku ew duayê xwe ser h'emû miletada bibarîne k'îjan ku wî bawar bikin û guhdarîya wî bikin.
Ji van kitêba, sê k'itêbêd Peymana kevin, cara pêșin bi zimanê k'urdîya kurmancî, alîyê Înstîtûta welger'andina Bîblîyayêda hatine welger'andinê. Evana cûr'ê qewimandina nivîsara cihûyaye pîroze kevin berbiç'e'v dikin. Ev her sê k'itêb nava xweda sê demêd bașqeye dîroka cihûya didine k'ifșê, ji qur'na 11-da h'eta qur'na 5-a berî bûyîna Îsa. Ev welger'andin ji kanîya e'sasî hatîye hildanê, awa gotî t'evî tek'sta Îbranî hatîye r'ûbarîhevkirinê.
Em vê yekêda guman in, ku xwendevanêd k'urd, vê k'itêbêda ne ku wê t'enê dîroka serhatîyêd h'eyre-h'ujmek'ar bibînin, lê belê usa jî wê r'astîya Xwedêye hindava mêrivda bih'esin.
Înstîtût r'azîbûna xwe dide welger' û serr'astkirêd van k'itêba.
Xebatk'arêd Înstîtûta Welger'andina K'itêba Pîroz
K'itêba R'ût'
Pêșgotin
Serhatîya R'ût' 1100 sal berî bûyîna Îsa qe-wimîye, wî çaxî hê p'adșa serwêrtî Îsraêlê nedikirin. Ev serhatîya e'dile berdil, bona xweyîe'sila çawa ç'e'vkanîya avêye ku ber'îya bêwada e'mir dida merivêd gunek'ar.2 Ev serhatî li ser qîzke Mowabîye cahil hatiye nivîsarê. Mowab Dewleteke r'ex Îsraêlê bû. Pey mirina mêrê xweyî cihûr'a, R'ût' dide k'ifșê ku çiqasî dilê wê xasîya wê Hahomîyêva girêdayû bû. R'ût' miletê cihûya qebûl dike çawa miletê xwe û Xudanê wan qebûl dike çawa Xûdanê xwe. Qencî û berbihêrîya R'ût'ê ji alîyê Xûdanda nayê bîrkirinê. Serxwebûn û xîretâ wê Bowazê pismamê wêva jî e'yan dibe... |